Sebahat Tuncel û Selma Irmak dest bi grev ê dikin

  • 15:40 14 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka BDP'ê ya Giştî Sebahat Tuncel û û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak ragihandin ku ew ji sibê pêve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dikin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ya girtî û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji girtîgehê ragihandin ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sibe û pêde bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger. Sebahat û Selmayê diyar kirin ku ew ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 68 roj e li dijî tecrîdê daye destpêkirin dest bi grevê dikin.  
 
Sebahat û Selmayê îro piştî hevdîtina ku bi malabtên xwe re kirin bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya ku wê li dar bixin ji raya  giîtî re ragihandin. Daxuyaniya ku li ber girtîgeha Kandrayê hat xwendin wiha ye:
 
"Çalakiya ku hevala me Leyla Guven  li dar xistiye roja 67'emîn li dû xwe hiştiye.  Berxwedana bi belavbûna li girtîgehan berdewam dike. Daxwaza Leyla Guven ne kesane civakî ye.  Daxwaza bi milyonan kurd û kesên demokrasiyê dixwazin e.  Em jî ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin ji 15'ê Çileyê de dest bi gereva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dikin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya me berdewam bike. 
 
Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo daxwazên berxwedêran bên qebûlkirin têkoşînê mezin bikin û bibin piştgir."