Li ser şopa Gurbetellî dibin dengê heqiqetê...
- 09:03 6 Cotmeh 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Rojnamegerên jin bal kişandin ser 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd û gotin: "Çawa ku Gurbetellî Ersoz bû dengê berxwedanê, em rojnamegerên jin ên kurd jî di her şert û mercên zehmet de dibin dengê berxwedanê."
Yek ji pêşenga kevneşopiya rojnamegeriya jin a kurd û deng û neynika jin, zarok û civakê Gurbetelli Ersoz e. Gurbetellî di 7’ê Cotmeha 1997’an de li başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Bi boneya salvegera qetilkirina Gurbetelliyê di sala 2014'an de rojnamegerên jin 7'ê Cotmehê weke Roja Rojnamegerên Jinên Kurd îlan kir. Gurbetellî ku weke yekem Gerînendeya Weşanê ya Jin a li Kurdistan û Tirkiyeyê di dîrokê de cih girt. Rojnamegerên jin ên kurd, bi mîrateya ku ji Gurbetellî wergirtine, di şopandina heqîqetê de ji helwesta xwe ya azad û resen tucarî tawîz nedin.
Bi nêzîkbûna 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd, rojnameger Dîren Yurtsever û rojnameger Yadîgar Aygûn, ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
'Gurbetellî bû dengê berxwedanê'
Dîren, diyar kir ku Gurbetellî Ersoz hîn kir ku dê çawa rastî û heqîqetê ragihînin ji civakê re û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Gurbetellî digot 'Ez ê ji xwe destpêbikim ku jinê xweşiktir bikim', wisa jî bû û em bi saya Gurbetelliyê xweşik bûn. Dema em dinêrin ku di şert û mercên faşîzmê de girîngiya rol û mîsyona rojnamegerên jin ên kurd çawa derketiye holê. Di pêvajoya ku ewqas şîdet, zext, zilm, tehekûm û dijminatiya li hemberî jinê de em wek rojnamegerên jin têdikoşin ku heqîqetê ji civakê re ragîhînin. Çawa ku Gurbetellî bû dengê berxwedanê, em rojnamegerên jin ên kurd jî di her şert û mercên zehmet de dibin dengê berxwedanê."
Rêgezên weşangeriya jinê
Dîren, di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û mîsyona rojnamegeriya jinên kurd: "Li dijî medyaya zayendperestiyê, bi zanetiya jinê, bi nêrîna jinê bi sekneke şoreşgeriyê kevneşopiya Çapemeniya azad didomînin. Rêgezên sekna me heye. Ew çi ne? Bi zanetiya jinê û bi nêrîna jinê hewl didin ku heqiqetê ji civakê re ragîhînin. Rêxistinbûna jinê û têkoşîna jinê bidin nîşandan. Li dijî zimanê mêr û afirandina zimanê jinê, afirandina polîtîkayeke alternatîf a weşanê. Nîşandana êrişên li hemberî ked, xweza û hilberînê. Ev yek rêgezên rojnamegerên jinên kurd e. Em di vê çarçoveyê de weşangeriya jinê dikin."
Zextên li hemberî rojnamegerên jin
Dîren, diyar kir ku ji ber xebatên rojnamegeriyê gelek rojnamegerên jin bi zextan re rû bi rû dimînin û wiha bi lev kir: "Rojnamegerî, rojnamegeriya jin û kurdbûn dibe sedema êriş û zextan. Di tevahiya medyayê de zayendperest û serdestiya mêr heye û wî rengî kar tê kirin. Ji ber vê yekê têkoşîna rojnamegerên jin ên kurd taybet e. Ji ber ku qada medyayê wek qadek aîdê mêran tê nirxandin. Lê belê jin di vê qadê de hewl didin ku hebûna xwe nîşan bidin. Çend bi têkoşînê hin tişt hatibin guhertin jî hêj jî pirsgirêk hene. Medyaya heyî jinê wek vîtrîn bikartîne. Her wiha zextên civakê jî divê mirov ji bîr neke. Rojnamegerên jin ên kurd li hemberî vê yekê jî têkoşîna xwe didomîne."
'Gelek tecrûbe û hînbûnên me hene'
Dîren, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li rojnamegerên jin dikim ku bi rêxistinbûneke xurt têbikoşin. Li dijî her cure polîtîkayên çewisandinê têbikoşin. Ji Gurbetellî Ersoz heta Ayfer Serçe, ji Nagîhan Akarsel heta Gulistan Tara, em gelek tişt hîn bûn. Tecrûbe û hînbûnên me gelek in. Em ê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin û li hember zextan bibin dengê jin û civakê. Ez Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz dikim."
'Jinê tune dihesîbinin'
Rojnameger Yadîgar Aygun jî di axaftina xwe de bal kişand ser medyaya Tirkiyeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Medyaya tirk jinê tune dihesibîne, kiryaran diparêze, lê çapemeniya azad bi nêrîna jinê nûçeyên xwe ji raya giştî re radigihine. Rojnamegerên jin ên kurd tişta ku nayê dîtin dide nîşandan. Li Tirkiyeyê rewşa çapemeniyê her roja ku derbas dibe xirabtir dibe. Di raporên navneteweyî û hem jî di raporên Tirkiyeyê de ev yek tê dîtin. Rojnamegerên jin li qadê bi şîdeta polîsan re rû bi rû dimînin."
'Hewl didin rojnamegerên jin bêdeng bikin'
Yadîgar, da zanîn ku îktîdar mezinbûna hewldanên tegerên jinan aciz dibe û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hewl didin jinê di nav çar dîwaran de heps bikin, ji xwe tune dihesîbinin, bê kar in, xizan dikin. Bi girtin û zextan jî hewl didin ku rojnamegerên jin jî bêdeng bikin. Avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara dema karê xwe dikirin hatin qetilkirin. Divê îktîdar bizane ku ligel her cure êrişan çapemeniya kurd tu carî bêdeng nabe, natirse û dê rastiyê binîvsîne. Rêhevalên me têkoşîneke azadiyê ya gel dide."
'Divê piştevanî bê mezinkirin'
Yadîgar di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya piştevaniya rojnamegerên jin: "Divê civak xwedî li mafê xwe ya xwe gihandina nûçeyan derkeve. Ji xwe rojnameger hewl didin ku rastiyê ji raya giştî re ragîhînin. Komeleyên pîşeyê, sendîka, saziyên siyasî, rêxistin û civak divê bêtir xwedî li rojnamegerên jin ên kurd derkevin. Divê rojnamegerên jin ên kurd, çapemeniya azad a kurd û Gelê Kurd bi rêxistinî têkoşînê bidin. Divê em rojnamegerên jin pîştevaniya di nava xwe de bêtir mezin bikin û bi hevkarî tevbigerin."