Mexdûra erdhejê: Dewlet tune ye!
- 09:15 25 Sibat 2023
- Rojane
Medya Uren
SEMSÛR - Bi erdhejê re bi hezaran kes di bin kavilan de man û bi hezaran kes jî ji derve bi hêviyên xwe di bin barên mezin de man. Rabîa Yalçina a bi zorê ji mirinê xilas bûye û bi rojan ji derve bê kon maye wiha got: “Dewlet tune ye. Me dewlet nedît. Bi rojan em li kuçeyan tenê û pêxwas bûn.”
Bi erdheja li Mereş û Dîlokê pêk hat gelek bajarên Kurdistanê û yên welatên din di bin bandora vê yekê de man. Yek ji van bajaran Semsûr e ku bi hemû navçe û gundên xwe re darbeyên giran girt. Li gel bi hezaran kes di bin kavilan de mirin, bi hezaran kes jî li ser kavilan bi wan re dimirin. Di nava şert û mercên firan ên avhewaya Semsûrê de li serê her kuçeyê bendemayîn berdewam bûn. Serma, bêsitargehî, nebûna xurekan, kêmasiyên pêdiviyên rojane û wekî din pirsgirêk hevdu dişopînin.
Welatiyên Semsûrê ji ber derengmayîna alîkariyê gilîyên xwe dikin. Di roja 4’emîn a erdhejê de hîna alîkarî nû digihaştin bajêr. Tenê hinek komên dildar û dildarên tevî Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê li bajêr amade bûn û xebatê li ser kavilan, nava taxan, bi mexdûran re dikirin. Li ser kavilan qêrîna dayikan, zarokan qut nedibû û ev gilî li ser devê hemûyan bû. Digotin “Ez bê xanî, bê malbat mam, ez ê kê himbêz bikim, bi kê xwe ji bîr ve bikim. Ez mihtacê kesên ji derve bûm îro û kes nehat.” Gelek kesan bi gotina “Em ji bîr nakin” re hêrsa dilê xwe derxistin holê. Bi hezaran welatiyan jî ji taxên xwe, ji xaniyên xwe dûr neketin û ruxmê metirsiyê jî li ber xaniyên xwe kon vedane.
‘Heta dor bigihê xanî, gelek tişt hene em pê aciz bibin’
Diya 3 zarokan Rabîa Yalçin beriya salekê kredî kişand û xaniyê xwe sitend. Di erdheja 6’ê mehê qewimiye de xaniyê wê jî hilweşiya. Rabîa ji xaniyê xwe yê bûye kavil dûr nakeve û nêzî wê di roja 13’emîn a erdhejê de kon distîne û li wir vedide. Dema em Rabîa dibînin ew dixwaze biaxive û dibêje pêwîst e herkes bibîne îro em ketine çi halî. Beriya kon were dayîn, ew nêzî xaniyê xwe yê kavil ku rawestandina li derdora wê cihê metirsiyê ye bi leylonan li ber dîwar hewl dide konekî çêbike û xwe ji baranê disitirîne. Tiştên karine ji kavil derxin pê xwe têr dikin. Ew dibêje “Xanî stargeha mirov e û ew ji me re bûn mezel. Ez şikir dikim car din lê bi hezaran can di bin kavilan de man û cîranên me, xizmên me li pêş çavên me mirin. Xanî ne tiştek e em niha nikarin xwe ji bo wê aciz jî bikin. Heya dor bigihêje xaniyan gelek tişt hene.”
Li ser ban xilas bûn
Rabîa van gotinên xwe bi girî tîne ziman. Wê xaniyê xwe bi krediya 10 salan stendibû. Beriya salekê ket hundirê xanî û tenê deynê salekê dabû. Hîna 9 sal deyndar e û xaniyê wê xira bûye. Ew dibêje me ji xwe û ji zarokên xwe kêm kir me da bi xaniyekî û ew jî ji destê me çû. Rabîa wiha dewam dike: “Bi erdhejê re deng û hejîn zêde bû. Nedisekinî. Me hewl da xwe biavêjin ji derve. Lê deriyên me ji ber çûn û hatina xanî asê mabûn. Ji her cihî parçe vedibûn û tiştên di malê de bi ser me de dihatin. Ji ber derî asê bûn em çûn qatên jor. Me got wê hilweşe herî kêm em li ser ban bin. Em çûn ser ban heya rawestiya. Me derî şikandin û em derketin. Qata me ya binî tev xirabû. Dîwarên xanî tev çûn. Em li ber derî di maşîneyan de rawestiyan. Di erdheja duyemîn de xanî li pêş çavên me bêhtir hilweşiya. Hîna em ne li ser hişê xwe bûn. Me telefonî kesên xwe dikirin. Me xwe negihand kesî, ceyran tune bû baran dihat. Em bê gore, bê sol û bê cil bûn.”
‘Weke xizir gihiştin me’
Li bajêr hîna ev pirsgirêkên Rabîa gotine berdewam dikirin. Ew her roj bi bîdonan diçe ser bîrê û li wir avê tîne ber konê xwe. Li vir pêdiviyên xwe pê dibîne. Bi erebeya destan ava xwe dikşîne û di rê de jî bi me re diaxive. Rabîa Cem Evî ya li taxa wan a Nû ye nîşan da û gotinên xwe da berdewamkirin: “Heya roja 4’emîn qedehek av nebû em vexwin. Ew tirs, ew serma ji bîra me naçe. Koma alîkariyê ya hatiye li Cem Evî weke Xizir gihiştin me. Me bi saya wan tasek şorbeya germ û av vexwar. Di aliyê derûnî de jî heya wê demê me xwe gelek tenê didît. Hatina wan me kêmek me rehet dikir.”
‘Bi xwe re birînên mezin vekir’
Em digihêjin cihê bîrê û li wir ji taxa Nû, gelek mexdûrên erdhejê lê kom bûne û di dora avê de ne. Piştî ava xwe hildigirin dor digihêje me û em ji wir vediqetin. Rabî bi me re axaftina xwe dide berdewamkirin: “Dewlet tune ye. Me di vê pêvajoyê de dewlet nedît. Em bi rojan di nava sefaletê de man. Ji îro şûnde wê çawa bibe em nizanin. Em her tiştî jiyan. Ya xirabtir jî li benda me ye. Vê erdhejê bi xwe re birînên kûr vekir. Girtina wê gelek zehmet e.”