Yeter a 80 salî: Tu kes nema bê alîkariya min

  • 09:05 25 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çaglak - Rabîa Onver   
 
DÎLOK - Yeter Genç a 80 salî ku li gundê Şarko yê Islahiyê dimine bi dehan xizmên  wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Yeter, got: “Ez hê jî neçûme şîna xizmên xwe û min cenazeyê wan nedît. Ez li mal bi tenê dimînim û tu kes nema ku bê alîkariya min.”
 
Piştî erdheja navenda wê Bazarcixa Mereşê ku pêk hat li gel 10 bajaran gelek gundan jê zerarek mezin dît. Şêniyên herêma yên mayî piştî karaseta ku pêk hat, şahîdî ji gelek bûyer û çîrokan xemgîn re kirin. Li herêmê tu mala ku ji erdhejê bi bandor nebûye nemaye. Yek ji van cihên ku ji erdhejê bi bandor bû jî navçeya Islahiyê ya Dîlokê ye. Li gundên İslahiyeyê jî di rojên destpêkê de alikariyek nehatiyr kirin û komên rizgarkirinê piştî 2-3 rojan derbasî gundan bûne. Ji ber derengmayîna komên saziya dewletê ya Rewşa Lezgîn (AFAD) gelek welatî di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndan bûn. Hîna jî gundên Islahiye bi avahiyên hilweşiyayî tijî ne.
 
Yeter Genç a 80 salî ku 50 sal in li gundê Şarkoyê maye jî yek ji wan kesan e. Niha bi tena serê xwe di konde dimîne.  Yetera ku gelek nexweşiyên wê hene û xeteriya wê ya ku krîza dil derbas bike heye hê jî di bin bandora erdhêjê de ye. Yeterê di roja erdhêjê de li mala xwe tenê bûye û di wê kêliyê de bi alikariya ciranekî ji mala xwe ya hilweşyayî hatiye rizgarkirin. 
 
‘Tu kes tune bû’
 
Yeter, di destpêka axaftina xwe de ji hemû welatiyan re sersaxî xwest û got: “Roja erdhêjê ji bîra min naçe. Ez li malê tenê bûm. Ew mabû ku dîn bibim. Banê xanî hildiweşiya û ez gelek bêçare mam. Tu kes tune bû. Piştre kurê cîranê me hat ez xelas kirim. Hemû zarokên min ne li vir in. Ez pêxwas derketim kolanê û êdî nezanim çi bikim. Ne pêdiviyên xwe yên bingehîn dikarim pêk bînim ne jî ji bandora wê rojê dikarim derbikevim.  Bi tena serê xwe li vî gundî dimînim.”
 
‘Bi dehan xizmên min jiyana xwe ji dest dan’
 
Yetera ku di axaftinê de zahmetiyan dikişîne daxuyand ku tenê ji taxa wan 30 kesî jiyana xwe jidest dan û got: “Hemû xizmên min jiyana xwe ji dest dane. Ez hê jî neçûme şîna wan û min cenazeyên wan nedît. Ji malbata me gelek kesî jiyana xwe jidest dan û nahêlin ku ez wan bibînim. Heke cîranê min nehatiba ez ê ji krîza dil an jî ji ber erdhejê bimirama. Kes alîkariya min nake. Ez hê jî niha tenê li kon dimînim. Hertim wekî serê min gêj dibe. Ji malbata min bi dehan kes di bin xirbeyan de jiyana xwe jidest dan. Ez bêkes mam. Alîkariyê dixwazim.”