'Em ê xwedî li axa xwe derkevin'

  • 09:04 23 Sibat 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Rabîa Onver
 
DÎLOK - Piştî ku erdhej çêbû, li bajarên herêma erdhejê pêla koçberiyê dest pê kir. Şêniyên gundê Qoto yê girêdayî navçeya Islahiyeya Dîlokê destnîşan kirin ku ew ê xwedî li axa xwe derkevin û bang xwedî li welatê xwe derkevin kirin.
 
Bandora erdhêja 6’ê sibatê ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû pêk hat hê jî berdewam dike. Bi hezaran xanî hilweşiyan û bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Yên mayî jî demekê dirêj ji neçarî li derve di bin berf û baranê de man. Piştî demeke dirêj ji hinekan re kon hat dayîn û hinekan ji wan jî bi îmkanên xw ji xwe re kon vekirin. Serokatiya Rewşa Lezgîn (AFAD) piştî ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî kirin dest bi hilweşandina xaniyên ji erdhejê zerar dîtine kir. Welatiyên ku li derve hatin hiştin ji neçarî koçberiyê ji bo xwe çareserî dibînin. Li bakurê Kurdîstanê li herêma ku erdhej pêk hat koçberiyê dest pê kir. Şêniyên gundê Qoto yê girêdayî navçeya Islahiye ya Dîlokê ku koçberî li wan tê ferzkirin diyar kirin ku ew axa xwe naterikînin.  
 
‘Avahiya me hilweşiya lê em gundê xwe naterikînin’
 
Ayşe Durmuş a ku 35 sal in li gundê Katoyê dimîne, diyar kir ku piştî 13 rojan ji wan re kon hatiye dayîn û got : “Wê rojê em bi zor û zahmetî ji xanî derketin. Li derve di nav herî û berfê de man. Piştî wê cîranan kon vekir û em di konê cîranên xwe de star bûn. Niha ji ber  pirsgirêkên heyî  gundî warê xwe diterikînin. Em wek malbat naçin tu derê û naxwazin biçin. Ji ber ku avahiya me hilweşiya em niha di kon de dimînin. Em ê xwedî li mal û xaka xwe derbikevin. Ji rojên destpêkê heta niha rayedaran rewşa me nepirsî. Wekî nizane em di rewşekê çawa de ne. Lê ji xeynî desthilatdariyê ji herderê ji me re alîkarî tê. Ji gelek bajaran alikarî hate dayîn. Yên ku koç dikin em hêvî dikin ku di demekê nêz de werin. Heke li vir xaniyên me yên hilweşiyayî bên çêkirin û alîkarî bê dayîn wê tu kes warê xwe neterikîne.”    
 
‘Hemû jiyana me li vir e’
 
Hamîde Duman jî diyar kir ku hemû jiyan û bîranînên wan li vê derê ne û ew naxwazin ji gundê xwe biçin û tu kesên din jî biçi û got: “Li gel erdhejê av û ceyran jî çû. Berf û baran bû, me rojên ewilî gelek zehmetî kişandin. Bi derfetên xwe bi brandayan me kon vekir. Ji her aliyê welat ji me re alikarî hatin.  Niha ceyran heye.  Lê av hê jî naherike. Gelek kes bi erdhêjê re ji gund koç dikin. Hemû cîran û nasên min çûn bajarê metropolan û an jî çûn gel xizmên xwe.  Em li vir man. Hemû tiştê me li vir e. Erd, ajal û jiyana me li vir e. Em ê biçin ku. Heke çareseriyek bihata dîtin wê yên din jî neçûna.”
 
‘Bila çareserî were dîtin’
 
Mîne Çelîk anî ziman ku gava ew avahiyên hilweşiyayî dibînin pê gelek xemgîn dibin û got: “Em bi birîndarî ji mal derketin. Çend rojan li derve man û piştî bi rojan ji me re kon hate dayîn. Êdî kesên ku malên wan hilweşiyan hemû çûn gel xizmên xwe yên derveyî bajêr. Lê em naxwazi axê xwe biterikînin. Em dixwazin bi lezginî çareseriyek were dîtin û pêşiya wê koçberiyê were girtin.”
 
‘Warê xwe bêxwedî nehêlin’
 
Xecê Eroglu diyar kir ku gundê wan wêran bûye û xwest ji bo ku pêşiya koçberiyê wre girtin çareseriyek were dîtin. Xecê, got: “Roja ku erdhej  pêk hat ez bi şev qet raneketim. Gava saet ji 4’ê derbas bû em hejiyan û li bin guhê dîwaran ketin. Me hewl dida ku zarokên xwe rizgar bikin. Piştî ku em ji bin xaniyên hildiweşiyan reviyan  em  ketin nav berf û baranê. Em li derve man û lawê min erebeyê anî ku em di erebeyê de bimînin.  Em gelek tirsiyan. Min got êdî hemû kes mirin û gundê me wêran bû. Cîranên me hemû malên xwe bar dikin û diçin, hemû kes ji warê xwe koçber dibe. Bila tu kes ji gund neçe û xwedî li gundê xwe derkevin.”