Kesên kon vedan bi cezayê pere tên tehdîtkirin

  • 09:02 23 Sibat 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Rabîa Onver
 
DÎLOK - Emel Muhammed a ku ji ber erdhejê nekarî têkeve mala xwe ya li taxa Etîlerê li baxçeyê mala xwe kon veda, lê ji aliyê keyayê taxê ve ji bo rakirina kon bi bîrina cezayê pere hat tehdîtkirin. Emelê got: "An bila bihêlin em kon vedin an jî bila pirsgirêkê çareser bikin." 
 
Erdhêja ku di 6’ê Sibatê de pêk hatî de bandorê li 11 bajaan kir. Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhêjê bi bandor bû jî Dîlok e. Li Dîlok û bi taybetî navçeyên wê zirarek mezin dît. Hê jî gelek welatî nikarin bikevin hundirê malên xwe û li derve dimînin. Her wiha li Dîlokê welatiyên ku ji Sûriyeyê koçberbûne bi cudariyê re rûbirû dimînin. Yek jî wan Emel Muhammed e û li taxa Etilerê dijî. 
 
‘Nahêlin em kon vedin' 
 
Emel Muhammed a 43 salî diyar kir ku nikarin bikevin hundirê malên xwe, nahêlin kon jî vedin û got: "Em ji malê derketin. Em di malê de 10 kes dijîn. Min zarokan re konek çêkir. Lê dibêjin hûnê konê rakin. Ez ditirsim herim malê. Ez ê çawa bikim nizanim. Zarok li malê digirîn û naxwazin di malê de bimînin. Bi taybetî şev gelek sar e. Zarokên min ji ber hewaya sar nexweş ketin. Em agir pê dixin û wisa xwe germ bikin. Me kon danî lê keyayê taxê ji me re got heke hûn kon ranekin em ê 5 hezar TL ceza li we bibirin. Niha em li derve di hewayê sar de dimînin.”
 
‘Tu belge nîşan nedan’
 
Emel, destnîşan kir ku daxwaza wan tenê kon vedanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ditirsim li malê bimînim. Di malê de hin xisar heye. Ji ber ku zarok pir tirsiyan naxwazin biçin hindûrê malê. Min kon bi 900 TL kirî. Lê ji ber keyayê me kon rakir. Ez û zarokên xwe niha li dervê ne. Em bi şev li vir dimînin. Ez tenê dixwazim li vir konekî vekim. Min zirar neda tu kesî. Pereyê min tune ku ez cezayê bidim. Tu belge nîşan nedan. Tenê gotin, ‘Rakin, ceza wê were’.”