Bêyî ajalan rizgar bikin dest bi hilweşandina Galerîayê kirin

  • 14:13 22 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Bêyî ku ajalên di avahî Diyar Galeriayê de asê mayîn werin rizgarkirin, xebata hilweşandinê hate destpêkirin.  
 
Amed jî di erdheja 6'ê sibatê de pêk hatî bi bandor bû. Di erdhejê de 2 blokên Navenda Kargehan a Diyar Galeria ya li ser Cadeya Xarpêdê ya Yenîşehîrê ya Amedê hilweşibûn. Ji bo 2 blokên din jî biryara hilweşandinê hatibû dayîn. Hat diyar kirin ku di bloka A’yê de 12 bisîk, civîkek û kucikekî ku tê de ye. Ligel vê yekê îro dest bi hilweşandinê kirin. 
 
Bloka A’yê ku 9 qat e û 36 daîreyên wê hene de 14 sewal li benda rizgarkirinê ne. Lê bele ligel vê yeke jî hilweşandin hat destpêkirin. Li gor agahiya ku ji sewalhezkiran hat girtin civîk firiya ye û rizgar bûye, lê bele sewalekî di encama hilweşandinê de miriye. 
 
12 sewal avahiyê de ne
 
Ji sewalhezkirina Şîlan Koyuncu ya ku li ber avahiyê sekna xwe didomîne, anî ziman ku 12 sewal hîn di hindir de ne û ji bo wan tu mudaxele nayê kirin. Şîlan, diyar kir ku ew ji bo sewalan 16 roj in li ber xwe didin û got: “Em wan sewalan rizgar bikin. Hemû STK û federesyon piştevaniya me dikin. Em hewl didin ku wan xilas bikin. Li ber çavên me ew sewalan dikûjin. Ji bo ku bên rizgarkirin divê du nigên wan hebin û biaxivin? Me xwe gihand hemû federasyon û sewalhezkirinan lê tu tiştî nakin. Em dixwazin hemû werin piştgiriyê bidin. Hîn ku ne dereng e.” 
 
Her wiha di dema hilweşandinê de ewrên tozê li hewayê belav bûn. Hilweşandina avahiyê hîn berdewam dike.