Dewletê gundê me yê wêranbûyî nedît

  • 10:58 22 Sibat 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Rabîa Onver
 
DÎLOK - Jinên li gundên navçeya Islahiyeyê behsa pirsgirêkên ku dijîn kirin. Jinan, destnîşan kirin ku gundê wan wêran bû lê heya niha pirsgirêkên gund nehatin çareser kirin.
 
Erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hat bandor li 10 bajaran kir û gelek navçe û gund zerareke mezin jê dîtîn. Di vê erdhêjê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn û hîn jî bi hezaran cenaze jî bîn kavilan nehatine derxistin.  Welatîyên lî herêma erdhejê ku jî bîn kavîlan rizgar bûn jî di bin şert û mercên zehmet de li ber xwe didin û têkoşîna jiyanê didin. Bi taybetî jî welatî pîrsgîrêkên hewandînê dijîn.  Jinên li gundên navçeya Islahiyeyê behsa pirsgirêkên ku dijîn kirin.  
 
‘Cenazeyên me di bîn xirbeyean de man’
 
Ayşe Macit ku li gundê Sulumagarê yê Islahiyeyê dijî, bilêv kir ku erdhej gelekî dijwar çêbûye û diyar kir ku gava erdhêj çêbû  banê xanî û sobe bi ser de ketiye. Ayşe wiha got: “Me bi zorê xwe avêt kuçeyê. Ji ber erdhejê 2 rojan rê girtî man. Biraziyê min û xezûrê min di herdhejê de mirin. Ji ber ku rê girtî bûn cenazeyên wan 2 rojan di bin xirbeyan de man. Gelek malên gund wêran bûne, mala me jî wêran bûye. Piştî 10 roj di ser erdhejê re derbas bûn kon dane me. Ruxmî van hemûyan jî em dixwazin li gundê xwe bimînin.”
 
‘Em 20 kes di konekî de dimînin’
 
Rukiye Koç, diyar kir ku ji ber erdheja ku pêk hatiye  2 rojan rêyên gundên wan hatine girtin û 2 roj in kes nekarî biçe gund û alîkariyê bike. Rukiye got, "Ceryan û av tune bû. Me berf diheland piştî dibû ava me vedixwar. Me konek çêkir û 4 malbat lê diman. Roja ewil em li derve man, pir xerab bû, berf û baran dibariya. Gundê me wêran bû, avahiyek sexlem nema. Li şûna dewletê welatî gihaştin alikariya me. Em niha ji 4 malbatan 20 kes di heman konî de ne, em dixwazin kon bidin me."
 
‘HDP’ê destê me girt’
 
Herî dawî jî ji gundê Kayabaşiyê  Nurîye Uzun axivî. Nurîye, diyar kir ku dewlet nehat alikariyê û got: “Ji roja erdhêjê ve heta niha HDP’ê û welatîyan destê me girtine. Hemû bajar ji bo qadên erdhêjê seferber bûn. Xwedê ji hemûyan razî be. Hêvî dikim ku êdî em carek din felaketên bi wî şiklî nebînin. Dewlet nehat gundê me yê wêran. Lê gelê me em tenê nehiştin.”