Mexdûra erdhejê: Divê gel piştevaniya hev bike

  • 09:04 22 Sibat 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Zelîha Kaya li Parka Koşûyolu ya Rêzanê li gorî derfetên xwe konveda û 14 kes niha di konê de dijîn û got: "Ev roj rojên zehmet in û divê em xwedî li hevdû derkevin û piştevaniya hevdû bikin."
 
Ji roja ewil a erdheja ku di 6’ê Sibatê de li Mereşê pêk hat û li 11 bajar jê bandor bûn de piştevaniya gel a rêxistinkirî berdewam dike. AFAD’a bi bacêyên gel li ser piyan dimîne heta niha ji bo gel çi alîkarî dike diyar e. Alîkariya AFAD'ê ya ku bi cudakariya nasname, ziman û ramanê li herêmê didome. Yek jî wan kesan Zelîha Kaya ye. Zelîha jî wek bi hezar malbatên ku li Amedê ji erdhejê bi bandor bû, niha li Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzanê bi şert û mercên xwe hewl dide bijî. Zelihayê ji ajansa me re behsa cudakarî û zehmetiyên ku dijî kir û banga piştevaniyê kir.
 
'Divê pirsgirêka gel bê çareserkirin'
 
Zeliha, anî ziman ku ji roja ewil a erdhêjê ve ew li Parka Koşûyolû dimîne got 8 xizmên wê di min kavilan de maye. Zelîha wiha behsa roja ewilî kir: "Rojên ewilî em di maşîneyê de man û ceza li me birîn. Me ji AFAD'ê kon xwest lê nedan. Piştre me bi derfetên xwe ji xwe re hesin anî û li parkê kon danî. Di kona ku me danî de niha 14 kes lê dimînin. Gelek xizmên me di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest da. Her wiha xwaniye me jî zirar dît. Em naxwazin ku welatiyek din mexdûr bibe. Bila pirsgirêkên hemûyan bê çareserkirin. Cêwiyên min hene lê bezê hazir û mama nîne. Kurê min ê biçûk ê du salî jî nexweşê SMA’yê ye û niha li nexweşxanê ye." 
 
‘Bi alîkariya gel cenaze hatin derxistin' 
 
Avahiya Zelîhayê ya li Rêzanê di erdhejê de xisar dît û Zelîha wiha bal kişand ser rewşa xwe: "Ji ber ku avahiya me xisar dît em ditirsin ku biçin malê. Ji ber ku min 8 xizmên xwe winda kir. Roja ewilî me bi alîkariya gel cenaze û birîndarên xwe di bin kavilan de derxistin. Heta ku AFAD hat piştre kesên din hatin derxistin, lê gelek dereng man."
 
Hêviya wan ne dewlet ji gel heye 
 
Zelîhayê, da zanîn ku alîkariya ku ji hêla dewletê ve tê komkirin wekhev nayê belavkirin û wiha bi lêv kir: "Gelek alîkarî ji Tirkiyeyê re hat lê belê niha konekî jî nadin mexdûran. Niha derfetê min nîne ku ez biçim avahiyek din kirê bikim û ji neçariyê bi zarokên xwe re di sir û sermayê de li parkê dijîn. Berê jî rewşa me ya aborî nebaşbû û hevjînê min ji ber ku nexweş e, me bi zorê debara xwe dikir. Herî dawiyê jî DEDAŞ’ê 24 hezar TL deynê ceyranê li min biriye ez ê çawa bidim, ez ê çawa zarokên xwe xwedî bikim û ez ê çawa avahiyek din kirê bikim. Hêviya min ji dewletê nîne gel heye."
 
Zelîha, di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: "Gelek kes niha bêavahî mane û ez dibêjim bila kireyan zêde nekin. Ev roj rojên zehmet in û divê em xwedî li hevdû derkevin û piştevaniya hevdû bikin."