Bijîşk Sara: Jinên erdhejzede nikarin pirsgirêkên xwe parvebikin

  • 09:06 21 Sibat 2023
  • Rojane
Medya Uren 
 
SEMSÛR - Bijîşk Sera Şîmşek, di roja 5'emîn a erdhejê de berê xwe daye Semsûrê. Sera, diyar kir ku ji ber şert û mercên xirab rewşa tenduristaya gel di xeterê de ye û got: "Dema tualet tên danîn jî divê jin taybetî werin fikirîn. Li cihên ku jin bikaribin bi rehetî herin divê werin hilbijartin. Her wiha gelek jin nikarin nexweşiyên xwe parvebikin." 
 
Bi erdhejê re yek ji pirsgirêkên sereke jî bû tendirustî. Ji ber ber şert û mercên xirab niha welatî bi şewbên curbicur re rûbirûne. Ji ber qutbûna avê, sir û sermayê, tunebûna konan û nepaqijbûna tualetan enfeksiyon her diçe zêde dibe. Pispora tendirustiya gel bijîşk Sera Şîmşek çavdêriyên xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Sara, diyar kir ku di roja 5'emîn de hatiye Semsûrê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez di roja 5’emîn a erdhejê de hatim Semsûrê û dema hatim jî nû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûn destpêkirin. Li gorî agahiyên me girtibûn gel bertek nîşanî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dabûn. Ligel derengmayînê jî di rojên destpêkê de jî gelek kes sax dihatin derxistin. Hêvî pir zû hatin birîn û di çend rojên dawî de em dikarin bêjin ev xebat jî li gorî wê bêhêvitiyê tevdigere. Xebatên xilaskirinê neman niha jî tenê rakirina kavilan tê axaftin. Di roja 5’emîn de weke ku Semsûr roja xwe ya 2’emîn dijîya. Hem arîkarî dereng hat hem jî komên tendirustvan jî dereng hatin qadê. Di hemû beşan de jî kêmasiyên girîng hebûn. Mirov hîna li ser cedeyan radiketin û bi agirê li devê rê pêxistibûn xwe germ dikirin.”
 
'Kes naxwaze ji taxa xwe dûr bikeve'
 
Sara, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa konên ku hatine danîn: "Welatî ji bo xwe germ bikin bi lastîkên maşîneyan pêxistibûn û ev tişt bibû sedem bajar di nava dumanê de bimîne. Ev duman bû sedema kuxikê. Di heman demê de jî ev duman dibe sedema nexweşiyên behnê û bêtir jî li zarokan bandor dibe. Li gel van xetereyan jî me banga mayîna welatiyan a li derve dikir, ji ber ku cihê ku biçin nîne. Di bin sermayê de diman. Zêdetir nexweşên hatine li gel me jî bi van giliyan hatin. Me 2 hefte derbaz kir û hîna jî ev pirsgirêka welatiyan a mayîna ji derve nehat çareserkirin. Gelek welatî bi derfetên xwe hewildan kon vedin, lê belê ev kon jî konên havînî ne. Kes naxwaze ji taxa xwe dûr bikeve. Konên girtine jî nêzî avahiya xwe vedane. Erdhejokên ku berdewam dikin jî dibe sedema pirsgirêkan. Ji sedî 90 avahî xesar girtine. Jiyana welatiyan di metirsiyê de ye. Di serî de em dikarin bêjin pirsgirêka mayîna ji derve û pirsgirêkên sermayê sereke ne ji bo tendirustiyê. Kon gelek sar in, sobeyên daran hatin belavkirin ev jî têr nake mixabin. Ji ber vê jî dibe ku jehrîbûna karbonmonoksît were jiyîn. Divê herkes di vê mijarê de baldar be. Li hinek xalên diyar kon hatine vedan. Divê navbera van konan de cardin mesafeyek hebe ku pirsgirêkên şewatê jî ji holê  rabin. Pêr konekdin şewitî. Divê li beramberî vê jî ewlehî werin girtinê.”
 
'Hejmara tualetan gelek kêm in' 
 
Sara di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa pirsgirêkên tendirustiyê kir: “Yek ji xalên sereke bê guman paqijiye ku niha li hemberî nexweşiyên şewbê em têdikoşin. Niha li bajêr av taneye. Dûh ava şebekeyê hat dayîn lê ji xwe kes nikare bikeve hindirê xaniyên xwe ku wê avê bikarbîne. Divê ji bo konan pirsgirêka avê bê çareserkirin. Her wiha cihê herî girîng a ji bo tenduristiyê tualet in. Lê mixabin di vê mijarê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Hejmara tualetan gelek kêm in. Pêwîste tualêt bi kanalîzasyonê ve bên girêdan. Welatî bi gazincên zikêşê serî li me didin. Tedavîkirina van nexweşiyan gelek zehmet e lê girtina ewlehiyan jî gelek hêsan e. Pêwîste demlidest hewildanên vê werin kirin. Me bi xebatkarên tendirustiyê û bi xebatkarên şaredariyê re axivîn. Mixabin me nekarî em bi dildaran re biaxivin û van pirsgirêkan parvebikin. Ji derveyî wê jî rayedar bi me re hevdîtinê nekirin.”
 
'Jin û penaber divê taybet bên fikirin' 
 
Sara, diyar kir ku bêtir welatiyên ji Sûriyeyê hatin bi pirsgirêk û cudakiriyê re rûbirû dimînin û wiha pêdeçû: “Gelek beşên hatine jibîrkirin heye. Niha penaberên ku ji Sûriyeyê hatin taybetî bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Divê em bi taybetî xwe bigihînin wan û alîkariya wan bikin. Gelek kes ji me re gotin, hîna alîkarî negihiştiye destê wan penaberan. Divê ji bo jinan taybet bên fikirandin. Dema tualêt tên danîn jî divê jin taybet werin fikirîn. Li cihên ronahî yên ku jin bikaribin herin divê werin hilbijartin. Gelek jin ji ber van sedeman heya dibe roj nikarin herin tualetê û ev jî dibe sedema enfeksyonên rêya îdrarê. Li aliyê din jî divê xebatkarên tendirustiyê hertim li qadê bin. Di rojên destpêkê de jî ji ber kêmbûna xebatkarên tendirustiyê gelek jinan pirsgirêkên dijîn nekarîn parvebikin.”
 
Sara wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em qala pêdiviyan dikin bi rastî jî di alîkariyên hatine berhevkirin de hertişt heye. Lê em gelek zehmet xwe digihînin wan pêdiviyên jinan. Bi taybetî jî bincilên jinan. Divê ji bo tendirustiyê û li gorî çêkera civakê jî ev tişt werin hilbijartin û şandin.”