‘Em li hev xwedî derdikevin’

  • 09:04 21 Sibat 2023
  • Rojane
Medya Uren
 
SEMSÛR - Yek ji gundên Semsûrê yê bi giranî ji erdhejê bibandor bûye, li Çîlbogazê gundiyan bi derfetên xwe miriyên xwe û birîndarên xwe ji bin kavilan derxistin û niha jî jin bi derfetên xwe xwarinê çêdikin û li hev belav dikin.
 
Li gundê Çilbogazê yê girêdayî navçeya Besnî ya bajarê Semsûrê ku ji erdheja navenda wê Mereş bi bandor bû hema bêje tu xanî ji erdhejê rizgar nebûne. Xaniyên di erdheja yekem de ketine jî bû sedema mirina gelek nîştecihan. Welatiyên bi rojane di konan de dimînin bi he vre hevpar dixebitin û hewil didin birînên xwe yên erdhejê bi hev re bipêçin. Lê belê li gel pêdiviyên wan yên jiyanî sewalên wan yên telef bûn di bin kavilan de mane û ji ber bêhna mirarîya sewalan metirsiya belavbûna nexweşiyan heye.
 
 
‘Em bi hevre parve dikin’
 
Gulhan Solmaz bi roja erdhejê  dest bi axaftinê kir û got: “Di dema erdheja yekem de em gelek bi bandor bûn. Erdhej bû wekî lehiyeke ku hemû gund lî ber  xwe bibe. Me bi zorê zarokên xwe xilaskirin. Dema me zarokên xwe bi cih kirin şûnde em derketin alîkarîya cîranên xwe. Ji ber gelek kes di bin kavilan de mabûn. Me  4 cenaze ji bin kavilan derxistin û piştî wê jî herkesî têkoşîna jiyanê da. Li gel mirovan bi sedan berxên me jî telef bûn. Hîna di bin kavilan de ne. Nehatin xelaskirin. Hîna nîha hêdî hêdî alîkarî ji bo me tên. Lê bi rastî  li gund me hevdû xilaskir û em wê piştevaniya xwe ya bi hevr e bihêztir dikin. Em bi hev re dixwin, em bi hev re parve dikin.”
 
‘6 malbat di konekî de dimînin’
 
Gonul Yuce bal kişand ser karaseta erdhejê û got: “Me bi destên xwe kesên di bin kavilan de mane derxistin. Rojên destpêkê kon hatin ji me re lê kêm hatin. Em 6 malbat di konekî de diman. Niha jî carna kesên tên alîkariya me hene. Em gelek spasiya kesên dibin alîkarê me dikin. Em li vir hewil didin alîkariya hev jî bikin. Em hertiştê xwe parve dîkin.”
 
‘Em bi hev re dixebitin’
 
 
Fatma Eroglu jî diyarkir ku pêdiviya wan a sereke bi kon, pêdiviyên paqijiyê û cilan heye. Fatma wiha berdewamkir: “Em hemû bê xanî mane. Pêdiviya me sereke ji bo em xwe ji sermaye biparêzin bi kon û cilan heye. Weke din jî pêdivî bi xwarînê heye. Em îro jin hewil didin alîkariya hev bikin. Em bi hev re dimînin û bi hev re dixeibitin. Em xwarina xwe bi hev re çêdikin û belav dikin.”