Şahidiya xwe ya 10 rojan a di xebatên rizgarkirinê de vegot

  • 09:03 21 Sibat 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Nevruz Tugçe Ozçelîk ku bi komeke jinên femînîst re 10 rojan li Dîlokê xebatên ekîbên rizgarkirinê şopand da zanîn ku jinan nikaribûn hewcedariyên xwe bînin ziman û got hedefa wan ya ewil ekîbek rizgarkirinê ya femînîst ava bikin û got divê her kes agahiyên der barê alîkariya ewil de fêr bibin.
 
Di erdhêjên 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş bû pêk hat 40 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji van bajaran Dîlok bû. Hat hînbûn ku li Islahiyê ku sê rojên ewil qet AFAD neçûye, hatine bidawîkirin û xebatên hilweşandin û rakirina kavilan didome.
 
Roja ewil a erdhêjê komeke femînîst ji Stenbolê çûn Islahiyê. Yek ji van jî Nevruz Tugçe Ozçelîk bû. Nevruzê çavdêriyên xwe vegot.
 
AFAD sê roj şûnde çû
 
Tugçeyê got bi Komeleya Dildarên Karasetê re roja ewil we komek femînîst yên dildar çûne Islahiye ya Dîlokê û got: “10 rojan em li wir bûn. Me şopandinên xwe kirin. Me gelek welatî xilas kirin. Lê mixabin gelek kesî jiyana xwe ji dest dabû. Dema em li wir bûn di roja sêyem de AFAD’ê konbajarê ewil danî. Em komek heval di roja çaran de çûn cem mirovên wir. Bi rastî pirsgirêkek mezin a binesaziyê hebû.Ceyran bi jeneratorê dihat dayîn lê ev jî li her derê tunebû. Mirov jî ji xwe li ser kavilan bûn.”
 
Pirsgirêka hîjyenê pir zêde bû
 
Tugçeyê wiha domand: “Pirsgirêka hijyenê pir mezin bû. Jinan digot bincilkên wan tune ne. Lê nikaribûn vê îfade bikin. Em yek bi yek bi jinan re axivîn. Me wisa hewcedariyên wan fêr kir. Cesaret nedikirin bêjin ped tune ne. Bi veşarî ji me re digotin. Wekê din nikaribûn îfade bikin. Tiştên me li herêma erdhêjê jiyan tecurbeyek mezin bi me da qezenckirin. Me di vê pêvajoyê de carek din dît ku pergala serdest ya mêr jiyana jinê çawa binpêkiriye. Welatiyên herêmê  diyar kirin ku 72 saetên ewil de mudaxaleyek lezgîn nehatiye kirin. Ku ji xwe ekîb û alîkariya zêde li Dîlokê bû. Gel bertek nîşanê vê dan. Ji ber di kavilê de her saniye gelek girîng e.”
 
‘Divê berpirs hesab bidin’
 
Tugçeyê destnîşan kir ku  mirov têkoşîna jiyanê didin û wiha dirêjî dayê: “Av tune, binesazî tune, nikarin serê xwe bişon. Ava vexwarinê ji ekîbên rizgarkirinê re jî nehatibû tahsîskirin. Me krakerên hatin komeleya xwe velav kir. Ji ber tiştek tunebû. Me carek din dîti ku kes alîkarî naşîne. Di erdhêjeke wisa mezin de me dît ku em dikarin alîkarî bidin hev. Îro me girîngiya vê baş dît. Bêguman dewlet jî dibîne, ji ber vê jî Mereşê vala dike. Lê ya girîng ev e ku divê hesab ji berpirsan bê pirsîn. Li Dîlokê dîwarên avahiyekê gelek xerab bû. Yanî ard jî zêdetir destê mirovan de diman. Ev avahî ji aliyê koperatîfekê ve hatibû çêkirin. Divê mirov ji mutahîtê vê avahiyê bipirsin. Gelo ev avahî çawa dibe wisa destê mirovan de dihele. Mirovan digot ‘Me ji xwe re goristan girtiye’.”
 
Hedef avakirina ekîbek rizgarkirinê ya femînîste
 
Tugçeyê dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di xebata 10 rojan de ferq kirine ku hewcedariya jinan bi ekîbek rizgarkirinê ya femînîs heye û wiha dawî lê anî: “Em dema ji wir derketin me got hedefa me ya ewil avakirina ekîbek femînîste. Ji xwe em bi ekîba Komeleya Dildarên Karasetê ya Taxê re çûn. Em ê di bin bana wan de perwerdê bigirin. Di vî alî de em bang li hemû jinan û hemû kesî dikin ku di bin bana Dildarên Karaset a Taxê de perwerde bigirin û agahiyên alîkariya ewil bigirin.Ev gelek girînge. Jiyanê xilas dike. Divê bi lez mudaxale bê kirin.”