Welatiyên Dîlokê: Jiyana gel xistin xetereyê

  • 00:02 21 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK - AFAD’ê konên ku li Dîlokê ji bo welatiyan  vedabûn, 2 roj berê da rakirin. Bi erdhêja îro welatî dîsa li derve man. Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku jiyana gel kirin xetereyê. 
 
Rasatxaneya Kandîlî diyar kir ku li Samandagi ya Hatayê bi mezinahiya 6.4 erdhêj pêk hatiye. Erdhêja ku kurahiya wê wek 7.7 hat diyar kirin, di serî de li Amed, Edene û gelek bajarên din hat hîskirin.  AFAD’ê da zanîn navenda erdhêjê navçeya Defne ya Hatayê ye. Piştî erdhêja 6.4, bi meznahiya 5.8 jî erdhêjek pêk hatiye.
 
Li Dîlokê jî  erdhêj hate hîs kirin. Li navenda Dîlokê avahiya PTT’ê  ji ber erdhêjê hate rûxandin. Her wiha li taxa Selahatîn Eyubîyê de dikanekê ji ber erdhêjê agir lê derket. Hat zanîn ku li dikanê kesekê tune bûye.
 
‘AFAD’ê kon rakirin’ 
 
AFAD’ê konên ku li Dîlokê ji welatiyan vedabûn, 2 roj berê rakirin. Ji ber wê yekê gelek welatî neçar man ku vegerin malên xwe. Bi erdhêja îro welatî  dîsa li derve man û ji bo ku konên wan hatibû rakirin bertek nîşan dan.   
 
‘Tedbîr nehat girtin’
 
Melîha Yilmazer, diyar kir ku tevdîr nehat girtin û bertek nîşan da: “Erdhêj ewil hêdî hêdî çêbû. Piştre bi lez bû. Jixwe ji roja ewil a erdhêjê ve xew nakeve çavên gel. Her kes bi fikar in. Piştî ku konan rakirin, ew 3 roj in em ketin hundirê mal. Niha em dîsa ketin derve û vêga kon jî tune nin. Em jî nizanin niha çawa bikin. Tevdîr nehat kirin, em hemû niha mexdûr bûn.”  
 
‘Jiyana gelê xistin bin xetereyê’
 
Zeynep Halhali jî destnîşan kir ku divê dewlet rewşa gel bifikire û wiha dirêjî dayê: “Ev ji hefteyekê zêdetir e ez qet nikarim rakevim. Em bi her awayî mexdûr in. Hem zarok û hemû xizmên me di nav tirsan de nin. Jixwe kon nedabûn me. Em li derve dimînin. Konên gelê rakirin û ji gel re gotin bikevin hundirê malên xwe. Jiyana gelê xistin bin xetereyê. Em çawa ji mal derketin nizanin. Zarokên me gelek tirsiyan.  Em jî êdî nizanin rewşa me wê çawa be. Rewşa gel jixwe bi xeter û xirab e. Divê dewlet rewşa gele bifikire.”