‘Divê binpêkirinên mafan bi dawî bibin’

  • 09:11 21 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED - Rêvebera MED TUHAD FED'ê, parêzer Aslihan Bulut diyar kir ku şewitandina înfazê zêde bûye, bi awayekî dijhiqûqî cezayên hucreyê tên dayîn û got divê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin.
 
Ligel binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn, tehliyeya girtiyan jî tê astengkirin. Tevî înfaza wan hatiye şewitandin jî girtiyên divê bi şert bên berdan bi cezayên dîsîplînê yên hatine birîn nayên tehliyekirin. Rêvebera MED-TUHAD FED'ê, parêzer Aslihan Bulut, da zanîn ku muwekîlê wê Resul Baltaci û girtiyên din tevî 30 salên xwe tije kirine jî înfaza wan tê şewitandin.
 
‘Li dijî rêgeza wekheviyê ye’
 
Aslihanê da zanîn înfaza hemû girtiyên li Girtîgeha Duzceyê hatiye şewitandin û ligel vê li gelek girtîgehan şewitandina înfazê zêde bûye û got: “Resul Baltaci 30 sal in girtiye. Lê nehat tehliyekirin. Di meha mijdarê de 30 sal tije kir. Hincet jî cezayên dîsîplînê bûn. Li girtîgeha jinan a Bayburtê jî înfaza gelek girtiyan hat şewitandin. Girtiyên sê meh cezayê hucreyê danê û ji ber di çarçoveya TMK’ê de hatine girtin tehliyekirina wan tê astengkirin. Ev li dijî rêgeza wekheviyê ye. Ji bo girtiyên edlî tiştektekî wisa tune ye. Girtî herî zêde dikarin 30 sal girtî bimînin. Piştî 30 salî divê bên berdan.”
 
‘Tevî înfaz temam bûye nayên berdan’
 
Aslihanê diyar kir ku hemû girtiyên Duzceyê înfaza wan hatiye şewitandin û wiha bi lêv kir: “Cezayên hucreyê yên girtîgehê dane li dijî hiqûqê ne. Ev cezayên di bin berpirsiyariya girtîgehê de ne ji ber înfaz nabe barê wê li girtiyan tê birîn. Yanî kişandin an jî nekişandina cezayên hucreyê û dîsîplînê rewşeke ku girtiyan eleqeder bike nîne. Der barê vê de biryarek dadgeriyê heye. Li ser vê me der barê muwekîlê xwe Resul Baltaci de serlêdan kir bi serlêdanê re hemû ceza hatin rakirin. Lê tevî înfaza gelek girtiyan temam bûye nayên berdan.”
 
‘Rêbaza îşkenceyê heye’
 
Aslihanê destnîşan kir ku ji bo girtiyên 30 sal tije kirine pêkanînên taybet hene  û li girtîgeha Espiye bi hinceta rewşa baş tune ye tehliyekirina girtiyan 3 meh hatiye taloqkirin û got: “Li girtîgeha jinan a Baybûrtê ji ber cezayên hucreyê yên berê hatine dayîn hemû înfaz hatin şewitandin. Leyla Saraç a tehliye bûbû dîsa hat girtin. Ji ber der barê paşerojê de şewitandina înfazê mijara gotinê bû. Ev pêkanînek taybet e. Ev pêkanîn li hember girtiyên siyasî ye. Li girtîgeha Duzceyê bi hinceta jimartina li ser piyan cezayên hucreyê dan. Rojê du caran tên qawişê jimartinê dikin. Girtiyên vê qebûl nakin ceza lê tên birîn. Ji ber vê sedemê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan û zextên li girtîgehan divê demildest bi dawî bibin.”