Jin ji bo hevdîtina Egeyê amade ne: Hedef rêxistinbûn e

  • 09:05 20 Çile 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Bi pêşengiya Jin bi hev re bi hêz in ji her alî jin wê sibehê li Îzmîrê li Parka Kultur bên gel hev. Di hevdîtina ku wê ji her qadê pirsgirêk bên nîqaşkirin de, tê hedefkirin ku rêxistinbûn bê xurtkirin û der barê vê de wê nexşerêyek bê diyarkirin.
 
Jin bi hev re bi hêz in (KBG) çalakiya ewil a salê bi dirûşma ‘Wê serhildana jinan biguhere’ di 8’ê Çileyê de li Stenbolê li Îskeleya Beşîktaşê bi tevlibûna jinan pêk anî. Jinan di vê çalakiyê de peyama ‘Em ê jin têkoşînê bidomînin. Tevî komkujiyên ji Sîlopiyê bigirin heta Parîsê, tevî tundiya mêr me tu car şûnde gav neavêt’ dan.
 
Piştî çalakiya Stenbolê şûnde vê carê li Egeyê hevdîtin pêk tê. Li Îzmîrê sibehê saet di 16.00’an de li Parka Kultur wê hevdîtin pêk bê û ji her alî jin wê tevli bibin û ji her qadê pirsgirêkên jinan wê bên nîqaşkirin.
 
Ji KBG’ê Mehtap Alîşan der barê armanca hevdîtina Egeyê de ji ajansa me re axivî.
 
Hedef afirandina hişmendiya kolektîf e
 
Mehtabê diyar kir ku ji bo herêma Egeyê bibînin û hêza wan bikin yek hatine gel hev û wiha daxuyand: “Hevdîtin me jinan xurt dike. Hewcedariya me bi hevdîtinê heye. KBG li derve, malê, kolanê û kargeriyê dînamîka jinan bi dest dixe. Ev tenê ji rêxistinên jinan pêk nayê. Hedefa me ev e ku em hişmendiyeke kolektîf derxin holê.”
 
Li ser atolye û hevdîtinên rûtîn nirxandin wê bên kirin
 
Mehtabê di berdewamiyê de diyar kir ku wê li ser mijarên ‘feraseta azadiya malbatê ya bin lepê patrîarkal’, ‘tundiya li ser jinê’, ‘têkoşîna li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê’ axaftin pêk bên û got wê der barê hemû qadên jin lê civakî dibin nirxandinan bikin. Mehtabê wiha dirêjî dayê: “Hedefa me KBG’ê ev e ku em li tax û navendên bajar atolye û hevdîtinên rutîn bikin.  Li ser plansaziya van wê nirxandin bê kirin. Hedefa me eve ku em li herêma Egeyê rêxistinbûna jinan xurt bikin. Ne tenê li Îzmîrê li Aydin, Mugla û Denîzliyê em ê mekanîzmaya xwe ava bikin.”
 
Mehtabê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevli hevdîtinê bibin.