'Welat di nava xizantiyê de digevize'

  • 15:00 18 Çile 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi kesên makeqanûnê binpê dikin re makeqanûn nayê çêkirin û wiha got: “Em ê tev li hevdîtinê Makeqanûnê yên têkildarî dersokê nebin.” Her wiha Meralê got welat di nava xizantiyê de digevize.
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Meral pêşniyarqanûna ji bo personelên peymandanî bibin kadro li Komîsyona Plankirina Budçeyê ya Meclisê hatiye qebûlkirin bi bîr xist û wiha got: “EYT’î ev bi sala ye li bendê ne. Piştî daxuyaniyê bendewariya gel çêbû lê li şûna ku daxuyaniyeke zelal bidin, gotin; ‘hûn dê mûçeyên xwe di meha adarê de bigirin.’ Di rewşeke wiha de 5 xalên qanûna talankirina Uludagê hatin qebûlkirin. Sibe jî dê mijara peymandanî û kadroyan were nîqaşkirin. Em baş dizanin ku di heman karî de kesên peymandanî û kadro hene ku heqdestê wan cuda ye. Em ê di vê mijarê de li komîsyonê muxalefeteke xurt bikin.” 
 
‘Ev daxwaza me red kirin’ 
 
Meral, da zanîn ku HDP’ê di Komîsyona Plankirina Budçeyê de muxalefet kiriye û wiha domand: “Mixabin di vê mijarê de guhertinek çênebû. Li xala ku dema kedkar dibin kadro û heta demekî neyên tayînkirin sererast dike tiştekî nû lê hat zêdekirin. Girîng e ku li gel ewlehiya can û sedemên tenduristiyê her wiha yekitiya malbatê lê hatiye zêdekirin. Îktîdara ku di her firsendê de qala girîngiya yekitiya malbatê dike, pêşniyara me ya di vê mijarê de red kir. Xebitîna jin û mêr a li bajarên cuda, neheqiyeke mezin e. Li gorî vê pêşniyarê mafên pêşketina qedemeyê nayên dayîn. Kedkarên bûne qadro jî bi vê sererastkirinê re ji qanûna memûran a hejmar 657 cuda hatine hesibandin. Me xwest ev sererastkirin ji pêşniyarqanûnê were derxistin lê ev daxwaza me red kirin. 
 
Heta li melayan jî qeyûman tayîn dikin
 
Binpêkirina mafên pêşketina qadroyê li dijî Makeqanûn û hukmên giştî ye. Mafên hatine bidestxistin, hatine xespkirin. Îktîdara AKP’ê di hemû pîşeyan de cihêkariyê dike. Di nava koma pîşeyî de komên jêr û jor ava dike. Weke mînak, cudahiya mamosteyê peymandanî û ya mamostetiya biheq di dema AKP’ê de derket. Heman tiştî di wezareta diyanetê de jî dike. Anku qeyûman tayînî şaredariyan dike û vîna gel xesp dike. Niha heman tişt heta hundirê diyanetê jî anîn. Heta li melayan jî qeyûman tayîn dikin. 
 
Bi vê pêşniyarqanûnê re gelek maf tên xespkirin. Mijara herî girîng li derveyî vê pêşniyarqanûnê girtin. Gelek derdor, kedkarên peymandanî li derveyî vê pêşniyarqanûnê hatin hiştin. Niha li Tirkiyeyê 90 hezar mamosteyê biheq hene lê kadroyê nadin wan. Lê li gorî daneyên fermî, hewcehî bi 200 hezar mamosteyan heye. Bi giştî 140 hezar mamosteyên peymandanî û 90 hezar mamosteyên biheq li derveyî vê pêşniyarqanûnê tên hiştin. Her wiha xebatkarên PTT’ê yên peymandanî, personelên HÎT’ê û karkerên taşeron ên li şardariyan jî li derve hatin hiştin. Hêjta gelek derdorên din li derveyî vê pêşniyarqanûnê hatine hiştin. Ji bo ku ev cihêkarî ji holê rabe, em ê li Lijneya Giştî muxalefeteke xurt bikin û pêşnûmeyên xwe yên pêwîst pêşkeş bikin. Bi sererastkirina nû re 458 hezar û 611 personelên peymandanî dibin kadro. Lê li tirkiyeyê bi giştî 590 hezar û 257 personelên peymandanî hene. 
 
Welat di nava xizantiyê de digevize
 
Dê sibe li Komîsyona Makeqanûnê, Pêşniyarqanûna AKP-MHP’ê ya têkildarî dersokê were nîqaşkirin. Em pir baş dizanin bê ka guhertina makeqanûnê ya demek kin beriya hilbijartinê tê çi wateyê. Welat di nava xizantiyê de digevize û şerê jiyanê dike. Di her qadê de têkçûnek heye lê di rojeva bloka îktîdarê de manewrayên hilbijartinê heye. Hewldanên wan ji bo manîpulekirina raya giştî ye. Pêşniyarqanûna guherandina makeqanûnê jî yek ji van hewldana ye. Mijara dersokê kirin parçeyeke kampanyaya hilbijartinê. Dê hewl bidin civakê dabeş bikin û piştgiriya bo xwe xurt bikin. Bi biryarên AYM û DMME’yê nakin. Dema ev pêşiyar ketî rojevê, me helwesta xwe eşkere kiribû. Me gotibû ku divê maf û azadî bi awayekî giştî werin destgirtin. Lê bersiva vê nedan û piştre jî pêşniyarqanûna xwe amade kirin û pêşkeşî komîsyonê kirin. Me bersiveke erênî nedabû koma AKP’ê. Em nikarin bibêjin ku AKP-MHP di vê mijarê de jidil in. Heta duh şirîkê biçûk gef li AYM’ê dixwar ku partiya me bigire. Heman şirîkê biçûk, ji bo girtina partiya me kampanya da destpêkirin û bi AYM’ê doz dan vekirin. Yên ku ev doza girtinê dayîn vekirin û biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê bi AYM’ê dayîn kirin jî bloqa AKP-MHP’ê ye. 
 
Bi kesên makeqanûnê nas nakin û binpê dikin re makeqanûn nayê çêkirin. Lewma jî em tev li hevdîtinên komîsyona makeqanûnê nabin. Weke HDP’ê me biryar da ku tev li hevdîtinên sibe nebin. Me biryar da ku nebin beşeke vê kampanyaya hilbijartinê.