Girtî li dijî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê de ne

  • 09:04 17 Çile 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Yilmaza ku derbarê greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda giran hatiye destpêkirin de axivî, got, " Berî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin divê gav bê avêtin."
 
Li girtîgehan îşkence û binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin, girtiyan dikujin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê nexweşên giran in. Li hemberî binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî ya li girtîgehan li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Yilmaz, bal kişand ser rewşa girtîgehan.
 
'Girtiyên nexweş ên giran bi kelepçe tên muayenekirin'
 
Pinar anî ziman ku binpêkirinên mafan tenê bi hin girtîgehan re sînordar namînin û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo vê yekê hatine destpêkirin. Pinar got, “Qaşo wezîrekî edaletê yê ku ji binpêkirina mafan berpirsyar e heye û salane giştînameyek derdixe. Lê rêvebirên girtîgehan ji ber ku van giştînameyan esas nagirin, xwe weke şefê girtîgehê didin nîşandan û bi awayê bêhiqûqî tevdigerein. Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan diyar e. Herî dawî girtiyekî ji Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest da. Girtiyên ku nexweşiya wan giran e jî bi kelepçe li nexweşxaneyê ye tên ragiritn. Ev binpêkirina mafan e. Girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin, Li girtîgehan mirovên 70-80 salî hene û ji bo wan gav nayên avêtin."
 
'Li tevahiya Tirkiyeyê tecrîd heye'
 
Pinar bi gotina "Niha li tevahiya Tirkiyeyê ji Îmraliyê heta hemû girtîgehan tecrîd heye" anî ziman ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 kesên din ên li Îmraliyê agahî nayê girtin û got, “Cezayên dîsîplînê her tim tên birîn û mafên wa bi hincetên cuda ji destên wan tên girtin. Ev qedexe li dijî mafên mirovan e. Wezîrê Edaletê, dozger û dadger jî vê yekê dizanin, lê her çendî bi vê dizanin jî binpêkirinên mafan didomin. Ev jî nîşan dide ku qanûn di kîjan rewşê  de ye.”
 
'Divê binpêkirina mafan bê rawestandin'
 
Pinar, destnîşan kir ku ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest nedin divê gavek bê avêtin û diyar kir ku heta zext, zilm û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî nebin dê girtî vê grevê bidomînin. Pınar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî binpêkirina mafan gaveke herî biçûk jî nayê avêtin. Ji Rîze Kalkandere heta Girtîgeha Colemêrgê binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin. Pêwîste Wezareta Edaletê ji bo pêşîlêgirtina wan binpêkriinan gavekê bavêje. Divê demek berî demekê ev binpêkirin bên rawestandin û ji bo başkirina şert û mercên girtîgehan gav bên avêtin. Tu girtiyek jî mirin, îşkence û çewisandinê heq nake.”