‘Kongre bersiva êrîşên dagirkeriyê bû’

  • 10:18 16 Çile 2023
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Kobanê Zozan Bekir a beşdarî Kongreya 9’emîn a Kongreya Star bûbû wiha got: “Armanca me ya bingehîn ew e ku bi vê kongreyê re kar û xebatên mezin bimeşînin û plana xwe bixin xizmeta tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
 
Rêxistina Kongreya Star bi armanca salvegera damezrandina Kongreya Star a 18’emîn duh bi tevlîbûna hezar delegeyan kongreya xwe ya 9’emîn li dar xistin û kongre diyarî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin. Li tevahî Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê beşdariya jinan hebûn ku reng dida kongreyê. Yek ji wan Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Kobanê Zozan Bekir bû ku nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.
 
‘Hezar jin beşdarî kongreyê bûn’
 
Zozan di destpêka gotina xwe de salvegera damezrandina Kongreya Star û kongre li tevahî jinan pîroz kir û got: “Em di destpêkê de 18’emîn damezrandina Kongreya Star, her wiha 9’emîn Kongreya, Kongreya Star li tevahî jinan pîroz dikin. Em vê kongreyê li tevahî giyanên cangoriyên ku ji bo vê xetê jiyana xwe ji dest dane û Rêber Apo pîroz dikin. Her wiha em hemû jinên cîhanê, jinên ku di çeperên şer de cihê xwe digirin pîroz dikin. Kongre bi coş û morelekî pir mezin hate pêşwazîkirin. Hezar jin beşdarî vê kongreyê bûne ku cihê kêfxweşiyê ye.” 
 
‘Ev kongre bersiva tevahî êrîşan e’
 
Zozan destnîşan kir ku ew di demek hesas de ev kongre li dar xistine ku her roj herêmên wan rastî êrîşên dewleta tirk tê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Komxebatên ku Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşandiye, hate nirxandin. Kar û xebatên ku hatine meşandin kêm û kurtiyên ku rû dane û sala nû hatin nirxandin. Lidarxistina kongreyek wiha ku di rewşek wiha hesas de hat lidarxistin girîng e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojane gef li gelan tê xwarin û kesayetên jin ên pêşeng dibin armanc, di encamê de me gelek bedelên giran da ku ev kongre bersiva tevahî êrîşan e. Hêza jinê, bawerî û nasnameya jinên kurd careke din bi pêşengtiya jinê xuya dike. Dijmin dixwaze me qetil bike û îradeya me tune bike, lê kombûna jinan ev yek vala derxist û îrade, hêz û têkoşîna me dewam e. Li Kurdistan û cîhanê kuştin û qetilkirina jinan heye, ev jî beşek esasî ya vê kongreyê bû ku hat bidestgirtin. Li Kurdistan û cîhanê asta têkoşîna jinan berdewam e û xebatê jinan li vê derê tê nirxandin.” 
 
'Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin' 
 
Zozan bal kişand ser serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê û wiha got: “Serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengtiya jina kurd Jîna Emînî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dest pê kir li kongreyê hat ziman. Niha tevahî jin li qadan in û daxwaza azadî, edalet û wekheviyê dikin. Bi wê hêrsê tevahî jinên cîhanê daketin qadan û piştgiriya xwe ji jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re anîn ziman. Em niha di pêvajoyek pir hesas de ne ku divê em wek jin hebûn û nasnameya xwe biparêzin. Armanca me ya bingehîn ew e ku bi vê kongreyê re kar û xebatên mezin em bimeşînin û plana xwe bixin xizmeta tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Komkujiyên ku li dijî jinan pêk tên, helwesta jinan a hevgirtî lazim dike ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengtiya wê dikin. Îro di tevahî cîhanê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karibû deng vedin û ji xewa giran şiyar bibin. Îro di kesayeta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nasname, rastî û dîroka jinê ya veşartî derdikeve pêş û xwe îfade dike. Ji lewra divê em têkoşîna xwe mezintir bikin û hîn bêtir xebatên xwe bilindtir bikin û gavên mezintir di her xebatê de bavêjin. Demên pêş jî bi xebatek baştir em ê laiqê şehîd, jinan û gel bibin.”