‘Armanc bêdengkirina siyaseta demokratîk e’

  • 09:03 16 Çile 2023
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol biryara bloqekirina alîkariya xezîneyê ya partiya xwe nirxand û wiha got: “Em bi pratîkeke ku bi armanca bêdengkirin û çewisandina siyaseta demokratîk re rû bi rû ne.”
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê di 7’ê Hezîrana 2021’ê de li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) der barê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê vekiribû û doz hîna didome. Di 6’ê Çile de jî hesabên partiyê hatin bloqekirin. Gelek aliyan bertek nîşanê biryarê dan û endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol ji pêvajoya hatiye jiyîn nirxand.
 
‘Biryar di encama zextên siyasî de hatiye dayîn’
 
Sevdayê destnîşan kir ku gotinên girtina der barê partiyê û polîtîkayên piştî vê hatine meşandin ji destpêka pêvajoya hiqûqî heta niha didomin û ev pêvajo bi zextên siyasî pêk tê. Sevdayê wiha dirêjî dayê: “Hemû rayagiştî van zextan dibîne. Kar û barê bêusul dem bi dem, ji bo berjewendiyên siyasî, hele ku pêvajoya hilbijartinê li ber çavan bê girtin, biryarên siyasî yên ji berjewendiyên wan re xizmetê dikin, tên girtin.  biryarên ku ji pêvajoya siyasî re xizmetê dikin, bi armanca çewisandin û bêdengkirinê pêk tên. Em bi pratîkek wisa re rû bi rû ne.  Em şahidiya pêvajoyeke ku tu aliyê hiqûqî nayê jiyîn dikin.”
 
‘Daxwaz ji partiya me re rangihandin’
 
Sevdayê  bi lêv kir ku roja îdianame hatiye tanzîmkirin heta niha di çapemeniyê de baş hatiye dîtin û got: “Der barê kesên jiyana xwe ji dest dane de qedexeyên siyasî hatin xwestin. Der barê dosyayên berat kirine biryara neşopandinê hatine dayîn, kirin hinceta girtinê.  Îdianameyek ku gelek aliyên wê kêmin û aliyê wê yê hiqûqî tunebû, hatibû radestkirin. Lê piştre em dibînin ku zextên siyasî zêde bûne. Di 21’ê hezîrana 2021’ê de îdianameya der barê partiya me de ji aliyê DDB’ê ve hat qebûlkirin. Wê demê jî serdozgeriê Komarê yê Dadgeriyê daxwaz kiribû ku alîkariya xezîneyê ji bo partiya me bê birîn. Lê DDB’ê ev biryar du caran red kir.Tevî di pêvajoyê d tu guherîn tunebû di dosyayê de belge lê nehatiye zêdekirin jî di 3’ê Çile de serozgeriya komarê ya dadgeriyê daxwzaz kir alîkarî bê birîn . Divê ev biryar ewil ji me re bihata ragihandin. Lê mijar ji me re ranegihandin.”
 
‘Em ê îtîrazên xwe bikin’
 
Sevdayê her wiha di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Wek hiqûqnasekê pêvajoyê bi xemgînî temaşe dikim. DDB di asta herî jor a mekanîzma daraza welatê me de cih digire. Saziyek ku di alî hiqûqê de divê bawerî û îtîbarî pê hebe ye. Bendewariya me ji wan ev e ku hiqûq pêk bê. Em ê îtîraza xwe bikin. Ez dixwazim vê bêjim. Partiya me ne partiya yekemîn a bi xetera girtinê re hatiye rû hev e. Alîkariya xezîneyê desthilatdarî bi xêra xwe nade. Ev mafê 6 mîlyon hilbijêrî ye.Tu desthilatdariyek siyasî nikare ji bo berjewendiyên xwe helwestê nîşan bide.  Ne xwedî vî mafî ye. Lê em dibêjin ku nêzîkatiyên wisa têkoşîna me şûnde naxîne berovajî vê hîn bêtir mezin dike. Rojên xweş nêzin.”