Ji 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê: Dê 2023'ê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan

  • 11:40 15 Çile 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Di axaftinên di Kongreya Aysayî ya HDP'ê ya Amedê de hatin kirin, hat diyarkirin ku wê sala 2023'yan bibe sala azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li Eywana Dawetan a Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, ji Şer û Kedxwariyê re Na!” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Li eywana kongreyê bi zaravayên kurmancî û dimilî pankartên “Vîna gel nayê xespkirin”, “Ev gel serî natewîne” û “Dem dema ciwanan e” hatin daliqandin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û bi sedan kes tevli kongreyê bûn. 
 
Kongreya bi coş, bi hilbijartina endamên dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftina ewil de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Ev bû 22 meh ku deriyên Îmraliyê qifil kirine. Bila dost û dijmin tevek jî bizanin ku dê sala 2023’yan bibe sala serkeftina kurdan. Dê sala 2023’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan.” 
 
Piştre jî Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan beşdarên kongreyê silav kirin. Hevserokan peyama “HDP hêvî ye, HDP gel e” dan. 
 
'Dê AKP winda bike'
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku ew dê komara demokratîk ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di serdemeke wisa de ne ku faşîzma AKP’ê ji her alî ve êrişî destkeftiyên kurdan dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûr, li Rojava komkujiyan dike û dixwaze destkeftiyên kurdan têk bibe. Îcar bêyî ku şerm bikin budçeya ji bo şer hatiye veqetandin diparêzin. Dibêjin; ‘em pariyê nanê we kêm dikin û ji bo xelaskirina îktîdara xwe bi kar tînin.’ Lê çi bikin jî dê hilbijartinên sala 2023’yan bibin hilbijartinên têkçûna AKP’ê.”
 
Bi domdarî Ebru bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Di pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê de, di avakirina pêşerojeke azad de û ji bo aştiya Tirkiyeyê birêz Ocalan tekane navnîşan e. Îktîdara ku di polîtîkayên şer de israr dike, bi israra xwe ya di polîtîkaya tecrîdê re daxwaza aştiyê ya gelê kurd tecrîd dike. Yên ku heta nekarîn ser bikevin dê ji vir û şûnde jî bi ser nekevin. Ji ber ku em ê bi israr li dijî polîtîkaya şer û tecrîdê, aştî û azadiyê biparêzin. Em ê di pêşerojeke azad de bi birêz Ocalan re teqez civakeke dilaram ava bikin. Sînoreke faşîzma îktîdara AKP’ê nîne. Ji bikaranîna çekên kîmyewî heta operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyan, her êrişan dikin. Her îktîdara ku vîna gelê kurd nas neke, neçarî têkçûnê ye. Dê îktîdara AKP’ê jî winda bike.” 
 
‘Amed rê nade faşîzmê’
 
Ebrû axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo pêşîlêgirtina partiya me, AKP’ê doza girtinê vekir û hesabên me bloqe kir. Em tevek jî baş dizanin ku kesek nikare vîna gelê ketiye rêça azadiyê bloqe û xesp bike. Amed îro dibêje; ‘Em ê rê nedin faşîzmê.’ Em ê di sala 2023’yan de bi awayeke azad li Tirkiyeyeke bêyî AKP’ê bijîn. Em ê tu carî serî netewînin. HDP dê vê bi tifaqa xwe ya herî berfireh bike. Dê jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ tifaqa xwe ava bikin. Her wiha dê xebatên me yên bi Tifaqa Kurdistanî re bidomin. Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. HDP dê bibe pêşenga Rêya 3’yemîn. Em alîgirên tu kesî nînin û li ser rêya xwe ne. Em ê bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê. Em duh bi ser ketin û dê îro jî bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan jî raporên xebatan û yên darayî hatin xwendin.