'Kurdan têkoşîn nedana wê DAIŞ’ê zemîn li Ewropayê qezenc bikira'

  • 09:05 14 Çile 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera AP’ê Evîn Încîr erîşên li hember her çar parçeyên Kurdistanê nirxand û bêdengiya li dijî êrîşên Tirkiyeyê rexne kir û got: “Ger Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşîn nemeşandiba wê DAIŞ’ê li Ewropayê jî zemîn qezenc bikira. Têkoşîna Kurdan di heman demê de parastina mirovahî û demokrasiyê ye.”
 
Li bajarê Strasbourg a Fransayê endamên Parlamentoya Ewropa (AP) di meha kanûnê de civînek pêk anîn û  êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê hatibû nirxandin.
 
Parlamentera Swêdê Evîn Încîr û komek parlamenter xwestin ‘herêma qedexe ya firînê ya li Rojava’ bê avakirin. Her wiha gotin divê ambargoya çekan ji bo Tirkiyeyê pêk bê û bang li Ewropayê kirin ku bikevin nava tevgerê. Evîn Încîr der barê daxwaz û êrîşên Tirkiyeyê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Daxwaz hatin ragihandin 
 
Evînê bi lêv kir ku daxwaz hatin ragihandin û wiha got: “Çalakiyên Erdogan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Civaka navneteweyî bêdeng e. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Me tu hewldan nedît. Min dixwest bertekên zêde bibînim. Di meha Kanûnê de Parlamentoya Ewropayê kom bû û êrîşên Tirkiyeyê girt dest. Me xwest qada hewayî bê girtin. Hevalên me mafê axaftinê girtin û rexne û pêşniyarên xwe kirin. Di hevdîtina parlamentoyê de hema hema her kesî mafên Kurdan parast. Gotin divê Ewropa bikeve tevgerê. Her kesî got divê bombebarana li Başûr û Rojava bê sekinandin. Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşand. Ger ku Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşîn nedabana wê DAIŞ’ê li Ewropa zêdetir zemîn qezenc bikira.”
 
‘Kes ji hiqûqa navneteweyî bilintir nîne’
 
Evînê her wiha bal kişand ser daxwaza ku divê herêma ji firînê re qedexe bê îlankirin û her wiha ambargoya çekan bê danîn û wiha dirêjî dayê: “Divê li hember rêbazê hiqûqa navneteweyî rêzdarî hebe. Divê Tirkiye dawî li êrîşên li hember Kurdistanê bîne. Yekane rêya vê jî divê herêma qedexeya firînê bê îlankirin. Yek ji pêşniyarên parlamentoyê ev bû. Ya din jî ambargoya çekan bû. Divê bombebaran bên rawestandin û li dijî hiqûqa navneteweyî rêzdarî pêk bê. Divê destûr ji bo êrîşên Tirkiyeyê neyê dayîn. Ji bo dîrok xwe dubare neke gava şênber şert e.”
 
‘Divê heman bertek ji bo Tirkiyeyê jî bê nîşandan’
 
Evînê bal kişand ser bêdengiya qada civaka navneteweyî û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Ev bêdengî jî ji bo Tirkiyeyê bi fêde ye. Niha Tirkiye ji çavsoriya Rûsyayê ya li hember Ukraynayê fêdeyê digire. Ji ber vê jî Yekitiya Ewropa li dijî zalimtiya Rûsyayê çawa tev digere divê li dijî zalimtiya welatên din jî heman bertekê nîşan bide. Ji ber ev hemû ji hev xwedî dibin û girêdayî hev in.”
 
‘Hêvîdar im hikûmeta Tirkiyeyê biguhere’
 
Evînê di mijara hilbijartinên li pêş Tirkiyeyê ne jî wiha bi lêv kir: “Hêvîdar im li Tirkiyeyê hikûmet biguhere. Ez êrîşên siyasî yên Erdogan rexne dikim. Em piştgiriyê nadin Erdogan. Lê em didin HDP’ê. Çend roj berê hesabê HDP’ê dan sekinandin. Niha dozeke girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin heye. PE’ê êrîşên li hember HDP’ê bi çend gotinan şermezar kir. Girtina siyasetmedaran şermezar kir. Civaka navneteweyî ji ber rewşa Tirkiyeyê bi fikar in. Hêvîdar im hikûmet biguhere.”