Nobeda li dijî tecrîdê di roja 17'an de ye: Çareserî Îmrali ye!

  • 13:15 13 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamenterên HDP'ê, diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê şer kûrtir kiriye û gotin, "Her ku dengê birêz Ocalan tê qutkirin şer jî kûr dibe. Çareserî Îmarli ye û divê îqtîdar ve bibîne."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 17'emîn de berdewam dike.
 
Parlamenter Nûran Îmrî, Muazzez Orhan, Remziye Tosun, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz û Celadet Gaydali bi dowîzên "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê bi girankirî berdewam dike û wiha got: “Bi tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan re hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin. Divê ku dewlet girêdayî qanûnên xwe bimîne û li gorî qanûnan tevbigere. Îro mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Lê belê ev maf, 2 sal in li Îmraliyê nayê sepandin û tê astengkirin.” 
 
Huseyîn destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye û got: “Îro tevahiya gelên Tirkiyeyê bi tecrîdê hatine dorpêçkirin. Îro aloziyên siyasî, aborî û civakî ku li Tirkiyeyê rû didin, bi tecrîdê ve girêdayî ne. Ev polîtîka parçayek dijminatiya kurdan e.” 
 
'Şer xizaniyê zêde dike' 
 
Huseyîn  anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha domand: “17 roj in desthilatdariyê guhên xwe ji hemû daxwaz û bangên me re girtî ye. Heke îro vê dijminatiya kurdan nebûya, wê li Îmraliyê rê li ber hevdîtina bi birêz Ocalan re bihata vekirin. Birêz Ocalan gazî kiribû û gotibû, ‘ez ê di nava hefteyekê de şer biqedînim’. Lê mixabin AKP-MHP guhê ji vê bangê re girt û gav neavêt.” 
 
Huseyîn daxuyaniyên Nurettîn Canîklî yên AKP’yî têkildarî budçeya 2023’yan bi bîr xist û wiha got: “Ji şer re budçe heye. Ji dijminatiya kurdan re budçe heye. Lê belê ji bo gelên Tirkiyeyê budçe nîne. Şer gelan feqîr dike. Birêz Ocalan dikare vî şerê 40 salî biqedîne. Birêz Ocalan dikare aştiyek birûmet mayînde bike. Divê dewlet van bangan bi awayek cidî li ber çavan bigire. Lê belê hişê dewletê ew e ku tecrîdê dijwartir bike û bi vê dijwariyê bersiva bangan dike.”
 
'Divê em li bikevin tevgerê’ 
 
Huseyîn anî ziman ku du sal in xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û daxuyaniiya xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku dengê birêz Ocalan neyê bihîstin, wê şer dijwartir bibe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê desthilatdarî viya bibîne. Gelo tirsa desthilatdariyê ji aştiyê çiye? Sedema ku hûn şer û kuştinê dispêrin gelê kurd û gelên Tirkiyeyê çiye? Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxe û bikeve tevgerê.”