‘Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin’

  • 09:11 13 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma ‘Em ê bihev re guherin’ wê di 15’ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em ê pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin.  Siyasetmedaran banga tevlibûna mîtîngê kirin û her wiha li ser têkoşîna yekbûyî sekinînin. 
 
 Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) pêk tê, dê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em ê pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike. 
 
Kolan bi kolan geriyan
 
Beriya mîtîngê nûnerên tifaqê û ji karkeran heta jinan bi xebatek kolektîf kolan bi kolan geriyan û belavok belav kirin. Siyasetmedar beriya mîtîngê ji ajansa me re axivîn.
 
Desthilatdarî û şer…
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya HDP’ê Elîf Bulut diyar kir ku ji ber butça şer gel xizan dibe û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî her cara dikeve tengasiyê serî li şer dide û nîjadperestiyê zêde dike û bekaya xwe diparêze. Ji ber xizaniya şer diafîne herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Tifaqa Ked û Azadiyê bi armanca  balê bikşîne ser şer û xizaniyê mîtîngan pêk tîne. Ji bo çareseriya pisgirêkan wê ji bo gel mafê gotinê bê dayîn. Desthilatdarî wekê ku her kes neçarê wane nêz dibe. Tifaqa Mîllet jî wisa dike. Lê em HDP riya me ya Sêyem heye. Tifaq hêza çareseriyê ya mezin e.”
 
Tifaq li kolanê xwe rêxistin dike
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê di 2023’an de têkoşînê mezin bikin û banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî kir û got ew tifaqekeke ku têkoşîna xwe li kolanê mezin dikin e. Elîfê wiha dawî lê anî: “Jin tên qetilkirin. Bê parastin tên hiştin. Li zarokan destdirêjî kiriye. Lê zîhniyeta serdest serê vê digirin. Em li dijî vê tênekoşin em nikarin bijîn. Em ji ber vê hemû jinan û aliyên demokratîk di 15’ê Sibatê de dipên Qada Kartalê.”
 
Tecrîd, şer û xizanî
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulşen Karasu jî destnîşan kir ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hemû civak di bin tecrîdê de ye û wiha daxuyand: “Şer, tecrîd, xizanî girêdayê hevin.Şer ji bo hemû mirovahiyê mijarek girînge. Lê bi taybet ji bo jin û ciwanan.Polîtîkayên şer didomin û xizaniyê girantir dikin. Bêguman herî zêde jin bi bandor dibin.Tevî hemû zext û êrîşan em dest ji têkoşînê berndandin. Em ê bi awayekî xurt li qada mîtîngê bin. Em ê dengê xwe li alî aştî û demokrasiyê bilind bikin.Em li dijî xizaniyê û şer her kesî dipên Qada Kartalê. Gelek gotinên me yên bên gotin hene.”