'Sedema girtina rojnamegeran, veşartina bikaranîna çekên kîmyewiye'

  • 09:06 4 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît  diyar kir ku bi armanca bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê li hember HPG’iyan bikaraniye bê veşatin 9 rojnameger hatine girtin û bi armanca nûçeyên der barê vê de neyên weşandin û asteng bikin, rojnameger hatine girtin.
 
Di 25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê hat meşandin de li 9 bajaran bi ser malan de hat girtin û 11 rojnameger hatin binçavkirin. Nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û birin girtîgeha Sîncanê. Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de  nûçegîhana MA Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan yê ku demekê li MA stajyerî kir bi şerta kontrola edlî û hepsa malê hatin berdan.
 
Rojnamegerên pişt 4 roj binçavkirinê şûnde derxistin dozgeriyê û nûçeyên ku çêkiribûn sûc hatin nîşandan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê girtina rojnamegeran de axivî.
 
‘Ji ber nûçeyan veşêrin rojnameger girtin’
 
Gulîstanê da zanîn ku  li Tirkiyeyê tu car azadiya çapemeniyê tunebû û wiha daxuyand: “Rojnamegerên ji bo mafê girtina nûçeyan têdikoşin hedef tên girtin. Dema AKP’ê de îşkece, zext û binçavikrin zêde bûn. Zextên li hember rojnamegeran sîstematîk bûne. Li Amedê di meha hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Di 25’ê cotmehê de jî li hember nûçegîhanên JINNEWS û MA operasyon pêk hat û gelek rojnameger hatin girtin. Sedema girtina rojnamegeran ev e ku nûçeyan veşêrin.”
 
‘Dîmenên der barê rojnamegeran de rewşa welat nîşan dide’  
 
Gulîstanê destnîşan kir ku AKP’ê çapemeniya heyî girêdayê xwe kiriye û televîzyonên muxalîf jî bi cezayên pere terbiya dike û wiha bi lêv kir: “Bi zext û êrişan jî hewl didin çapemeniya kurd biçewisîne pê şûnde gavê bide avêtin. Dîmenên rojnamegeran ku hewldan serê Berîvan Altan û Denîz Nazlim bitewînin, rewş ali welat ya fikr û azadiyê nîşan dide. Rojnamegeran bi derb û îşkencê binçav dikin.”
 
‘Pirsên trajîkomîk’
 
Gulîstanê wiha dirêjî dayê: “Me pêvajoya edliyeyê ya 9 rojnamegeran şopand. Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hatin rojevê , zextan destpê kir û Şebnem Korur Fîncanci û TTB hedef hat girtin. Piştî vê jî rojnameger kirin hedef. Bi vî awayî xwestin serê bikaranîna çekên kîmyewî veşêrin. Xwestin pêşî li nûçeyan bigirin û operasyona reşkirinê din destpêkirin. Her wiha pirsên tirajîkomîk ji rojnamegeran pirsîne. Rojnamegera ku bavê wê pere jê re şandiye, rastî pirsa ‘kê pere şandiye’ hat. Ji rojnamegerên ku hevalên hevin re dibêjin ‘hûn hev ji ku nas dikin.’ Di dosyayê de şahidekî veşarî yê eletewş cih digire. Xwe dispêrin îfadeyên vî şahidê veşarî. Lê tu tiştekî şênber tune. Hewl didin îlegalîze bikin. Faliyetên rojnamegeriyê sûc nîşan didin.”
 
‘Pirtûk wek metaryala rêxistinê hat pêşkêşkirin’
 
Gulîstanê her wiha destnîşan kir ku vê pêvajoya ber bi hilbijartinê ve diçe de wê operasyon bidomin û wiha balkişand ser qanûna dezenformasyonê: “Du hefte berê hat derxistin. Hinceta wan jî ‘astengkirina dezenformasyona di  mecrayên dîjîtal’ bû. Em niha dibînin ku, çavkaniya  dezenformasyonê ajansên dewletê bixwe ne.  TRT, ya bi bacên gel  dixebite derew kir, pirtûkek bi bandrol ya li mala Şebnem Korur Fîncanci hat dîtin wek metaryala rêxistinê hat pêşkêşkirin.”
 
‘Em deyndarên çapemeniya azad in’
 
Gulîstanê herî dawî ev bang kir: “Divê hem em hem kedkarên çapemeniya azad û hem gel xwedî li mafê girtina nûçeyan, li heqîqetê derkevin. Civaka me îtîraz neke wê neheqiyek mezin li kedkarên çapemeniya azad bikin. Bila ev bê zanîn bi saya kedkarên çapemeniya azad heqîqet digihêjin malên me. Em deyndarê çapemeniya azad in. Divê em têbikoşin û ligel kedkarên çapemeniya azad û heqîqetê cih bigirin.”