Rojnameger Sîbel Yukler: Li dijî rûmeta pîşeyê êrîş heye

  • 09:07 3 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Rojnameger Sîbel Yukler der barê girtina 9 hempîşeyên xwe de axivî û got: “Ev êrîşek li hember rûmeta pîşeyê ye. Divê em bikevin tevgerê û piştevaniya pîşeyî nîşan bidin.”
 
Di 25’ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê hat meşandin de li 9 bajaran bi ser malan de hat girtin û 11 rojnameger hatin binçavkirin. Nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA'yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û birin Girtîgeha Sîncanê.
 
Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de  nûçegîhana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan yê ku demekê li MA'yê stajyerî kir bi şerta kontrola edlî û hepsa malê hatin berdan.
 
Rojnameger Sîbel Yukler der barê mijarê de axivî û hempîşeyên wê yên hatine girtin ji bilî faliyetên rojnamegeriyê tu tiştek nekirine.
 
‘Hemû rojnamegerên gelek baş bûn’
 
Sîbelê da zanîn ku di JINHA’yê de ku bi KHK’ê hatibû girtin nûçegîhanî dikir û bi DÎHA’yê re li buroya Enqereyê mane. Sîbelê got wê demê şahidiya rojnamegeriya Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Dîren Yurtsever kiriye û got: “ Denîzê bi salan li Enqereyê nûçegîhanî kir û rojnamegerek gelek baş bû. Denîzê rojev baş dişopand, mijarên siyasî dixwest û xwedî agahiyên akademîk bû. Habîbe jî wisa, Selman jî wisa. Tu nûçe ji destê wan nedifilitî. Dîren piştre çû Stenbolê lê ew jî rojnamegerek baş bû. Piştî DÎHA û JINHA hatin girtin bi JINNEWS û MA riya xwe domandin.”
 
‘Li qadê kesên herî zêde pê bawerî hebûn’
 
Sîbelê bi lêv kir ku li qadê bi van hevalên xwe re xebitiye û rojnamegerên ku herî zêde pê baweriya wê hebûye û piştevaniyek mezin jê dîtiye. Sîbelê wiha dirêjî dayê: “Me di 5’ê Tîrmehê de ji bo hevalên me yên di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatine girtin bê berdan li Qada Ulusê xwest daxuyaniyê bidin. Wê rojê ez û Denîz û Yildiz Tar bi hev re bûn û polîs şîdet li me kir. Me serlêdana sûc kir. Dema em li Enqereyê dixebitîn min bi hemû hevalên hatin girtin re xebat meşand. Ez ji ber vê jî serbilind im.”
 
‘Dema nikarin ajansan bigirin, hevalan digirin’
 
Sîbelê bal kişand ser pêvajoya girtina JINHA û DÎHA’yê û wiha domand: “JINHA, DÎHA û Ozgur Gundem bi KHK’a 29’ê Cotmehê hat girtin. Me daxuyanî da. Daxuyanî jî Habîbeyê xwend. 6 sal di navberê de derbas bû, hinek rastî neguherîne. Wê demê bi KHK’yan hincet afirandin îro jî bi ‘savciname’ dixwazin çapemeniya Kurd bê bandor bihêlin. Niha nikarin saziyan bigirin lê hevalan digirin.”
 
‘Sedema girtinê şerma mezin e’
 
Sîbelê bal kişand ser pirsên ji rojnamegeran hatine pirsîn û got yek ji pirsan ‘Çima tu çûyî nûçeyê?’, ‘Çima di destê te de mîkrofona MA'yê heye?’ pirsîne û ev nirxandin kir: “Li ser navê hiqûqê ev şerma mezin e. 11 rojnameger di serdegirtina malan de girtin. Alavên wan desteser kirin. Du roj pêvajoya binçavkirinê dirêj kirin. Ya balkêş jî pirsên hatine pirsîn e. Ji bo vê pêvajoyê biqedînin dixwazin rojnamegeriyê sûc bihesibînin. Me ev li Amedê dît. Bi rastî rewşeke şerm e. Piştî 16 rojnamegerî xwestin cihê tirsê biafirînin. Bi qanûna sansurê re ku di meclîsê de derbas kirin xwestin tirsê biafirînin.”
 
‘Li dijî rûmeta pîşeyê êrîş heye’
 
Sîbelê di dawiya axaftina xwe de diyar kir bi vê afirandina tirsê re çapemeniya Kurd hedef girtine û wiha dawî lê anî: “Êrîşa li hember çapemeniya Kurd li hember rûmeta pîşeyî ye jî. Van kesan ji bilî rojnamegeriyê tu tiştek nekirine. Xwedî li rûmeta pîşeyî derketin. Nûçeyên wan kesan hene. Her tişt li holê ye. Ger ku îro em neketin tevgerê wê dor bê me jî. Wek dîspotîk pêşerojek wisa li hember me ye.”