Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu: DFG’ê krîmînalîze kirin

  • 09:42 2 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin  
 
AMED - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, têkildarî êrişên li ser rojnamegeran û komeleya wan axivî û anî ziman ku îktîdar ji çapemeniyê ditirse û ji ber vê yekê dixwaze serê rojnamegeran bitewîne û got: “Hikûmetê bi pergala xwe ya darazê hewl da ku tiştekî nû biafirîne û komeleyek ku di prosedûreke asayî ya qanûnî de cih digire sûcdar bike.”  
 
Di 25’ê cotmehê de li 9 bajaran serdegirtina malan pêk hat de 12 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnameger Derya Ren ku ji ber dosyeyekê wê ya cuda de cezayê wê hatibû êrêkirin, hat girtin. 11 rojnameger jî di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komara Enqerê de ku hatibûn binçavkirin, ji wan 9 rojnameger nîvê şevê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di heman demê de serdegirtinên malan, binçavkirina 4 rojan a li midûriyeta polîsan û pêkanînên li dijî rojnamegerên ku heta birin edliyeyê rastî îşkence, gef û heqaretan hatin, ne ji aliyê dozger û ne jî ji aliyê dadger ve nehat dîtin. Ji ber ûçeyên ku çêkiribûn wek sûc hat nîşandan. Her wiha endamtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî wek sûc hat nîşandan.
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, der barê êrişên li ser rojnamegeran û krîmînalîze kirina saziya xwe de axivî.
 
‘Di nav 5 mehan de 26 rojnameger hat girtin’
 
Dîcle, anî ziman ku operasyonên ku li dijî çapemeniyê azad tên kirin, îktîdar dixwaze rojnamegeriyê tune bike û hem jî dixwazin civakê bêdeng bihelin û got: “Li Tirkiyeyê niha qanûna sansûrê tê axaftin. Îktîdar li gor xwe ji bo pêşiya dezenformasyonê bigire vê qanûnê aniye. Lê mixabin ku ev rewşekî ne wisa ye. Operasyonên ku li dijî rojnamegeran tê kirin de em bi awayek şênber û diyarkirî dibînin. Rojnamegerên kurd ji ber ku polîtîkayên heyî yên îktîdarê deşîfre kirin hedef tên girtin. Ji ber vê jî di 5 mehên dawiyê de li dijî çapemeniya azad du operasyonên cûda hatin kirin û 26 rojnameger hatin girtin.”
 
‘Bi îşkenceyê xwestin peyamê bidin rojnamegeran’
 
Dîcle, diyar kir ku îktîdar ji çapemeniya azad û nûçeyên ku çêdikin ditirse û ji ber vê yekê êriş dike û wiha axivî: “Dema ku mirov operasyonên li dijî çapemeniyê û servîskirina nûçeyên wan digire ber çavan, em dibînin ku îktîdar ji rojnamegerî û nûçeyê ku em diweşînin ditirse. Ji ber vê jî naxwaze em bixebitin. Di pêvajoya havînê de planeke îktîdarê hebû ku êrişê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bike. Di vê pêvajoyê de xwestin çapemeniyê jî ji holê rakin. Lewra jî êrişek bi vê awayî pêk hat. Di heman demê de em ketin pêvajoya hilbijartinê jî. Hem partiyên siyasî yên îtîfak û hem jî di hêla îktîdar de amadekariyên hilbijartinê tê kirin. Îktîdar dema ku ber bi hilbijartinê ve diçe li gor xwe rêya xwe paqij dike. Niha jî li gor dîmenên ku hatin parvekirin de Tirkiye çekên kîmyewî bikartîne. Demeke dirêje ku li ser vê mijarê nirxandin dihatin kirin. Ji ber vê jî îktîdar rojnamegerên ku ev tiştan dinivîsî kir binçavan û girt. Îktîdar xwest hem çapemeniyê bêdeng bihêle û hem jî xwest rojnamegerên van rastiyan dinivîsin bitirsînin. Di heman demê de îşkence bi rojnamegeran kir û vê îşkencê bi awayek şênber li ber qemereyan pêk anî. Bi vê îşkencê xwestin ku peyamek bidin rojnamegerên dinê jî. Ji ber ku ew bi xwe jî gelek baş nas dikin ku rojnamegerên kurd xwedî biryarek çawan e. Vê peyamê zêdetir ji çapemeniya kurd, xwestin bidin çapemeniya derve.”
 
‘Îktîdarê xwest serê rojnamegeran bitewîne’
 
Dîcle, bi lêv kir ku di dema binçavkirinê de îktîdarê xwestiye serê rojnamegeran bitewîne û wiha domand: “Lê belê hevalên me yên ku dema hatin binçavkirin bi sekna xwe nîşandan ku Çapemeniya Azad serî natewîne. Ji avabûna îktîdarê heta îro armanca wan ew e ku serî bitewînin. Îktîdara AKP’ê jî bi awayek diyar dide nîşandan. Bi qanûnên ku derdixe, di 2016’an de bi îlankirina OHAL’ê ve saziyên hatin girtin mînakên vê ne. Di heman demê de di 29’ê Cotmehê de ajansên DÎHA, JINHA, Ozgur Gundem û gelek ajansên dinê hatin girtin û xwestin Çapemeniya Kurd bêdeng bihêlin. Her wiha di salvegera wê de hevalên me hatin girtin. Armanca wan ew e ku dengê civakê qût bikin.”
 
‘DFG’ê krîmînalîze kirin’
 
Dîcle, da zanîn ku hevalên wan ji ber kar û xebatên çapemeniyê ku kirine hatine girtin û di heman demê de DFG hat krîmînalîzekirin. Dîcle, destnîşan kir ku di dosyeyên rojnamegeran de tu tiştek tuneye û wiha bi lêv kir: "Ji ber kar û xebatên çapemeniyê tên darizandin. Di heman demê de di dosyeyê de behsa endamtiya wan a DFG’ê jî hatiye kirin. Di serî de divê mirov behsa DFG’ê bike ku ji bo çi hatiye avakirin. DFG di dawiya sala 2019’an de ji aliyê komek rojnamegerên kurd ve hat avakirin. Komela ku binpêkirinên mafan ên rojnamegerên ji bo azadiya çapemenî û ramanê li Tirkiyeyê û Kurdistanê têdikoşin radigihîne cîhanê û di heman demê de bi rojnamegerên tên darizandin re piştgiriyê dike. Komele her wiha bi rêxistinên civakê yên sivîl re ji bo ku li Tirkiyê demokrasî, çapemenî û azadiya ramanê berfireh bibe têdikoşe. Ji ber vê jî gelek xwezayiye ku hemû rojnameger bibin endamên komeleyê. Di heman demê de ev komele girêdayî Wezîrê Karê Hindûre. Hikûmetê bi pergala xwe ya darazê hewl da ku tiştekî nû biafirîne û komeleyek ku di prosedûreke asayî ya qanûnî de cih digire sûcdar bike. Carna vê tiştê di fezlekeyên polîsan de mirov dibîne. Tiştên wiha dibe ku rewşeke normal be ku em pê re rû bi rû dimînin, lê diviyabû dozger û dadgeh li hemberî vê yekê rawestiyana. Lê mixabin li vir rewşa hevpariya sûcên polîsan heye. Em dikarin bibêjin ku kiryarê sûc îktîdar e û ev sûc îro ji aliyê polîs, dozger û dadgeran ve tê domandin. Ji ber vê jî em vê tiştê qebûl nakin. Em li dijî vê tiştê ne û li dijî vê tiştê em ê têbikoşin. Em ê li hemû cihê mafê rojnamegeran biparêzin. Ji bo demokrasî, çapemenî û ramana fikrî dê hewldanên me bidome.”
 
‘Dixwazin rojnamegeriyê bikujin û bêdeng bihêlin’
 
Dîcle, di dawiya axaftina xwe de got îktîdar dixwaze rojnamegeriyê bikuje û bêdeng bihêle û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê tevî çapemeniyê hem civakê dixwazin bêdeng bihêlin û hem jî mafê nûçe girtinê ya civakê ji destên wan tê girtin. Lewra jî em li dijî vê yekê dibêjin bibin yek û têbikoşin. Çapemenî û mafê ramanê ne bi tenê ya rojnamegeriyê eleqeder nake. Di heman demê de civakê jî eleqeder dike. Li dijî vê yekê divê hemû civak û rêxistinên civakî yên sivîl ve têkoşînek hevpar bimeşînin. Divê hemû bi rojnamegerên kurd ve tev bigerin û piştevaniya wan bikin.”