Ji bo meşên Sîlopî û Stenbolê bang

  • 09:05 2 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk ji bo meşên ku wê di 6’ê Mijdarê de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Sîlopî û Stenbolê pêk bê bang kir û da zanîn ku wê li her du bajaran ji bo îdiayên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de derkevin holê daxwazên xwe bînin ziman.
 
Piştî dîmenên ku der barê li herêma başûrê Kurdistanê li Zap, Metîna û Avaşîn ku bi piştgiriya Tirkiye û Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) çekên kîmyewî hatine bikaranîn hatin weşandin şûnde ji her alî bertek tên nîşandan. Der barê mijdarê de Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci diyar kiribû divê îdia bên lêkolînkirin û piştî vê desthilatdariyê Şebnem hedef nîşan dan. Şebnem Korur Fîncanci di serde girtina malê de hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Nobedar ve hat girtin.
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê di 6’ê Mijdarê de li Sîlopî û Stenbolê meşek pêk bê. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berna Çelîk der barê meşê de nirxandin kir.
‘Meşa mirovahiyê ya mezin’
 
 
Bernayê da zanîn ku parvekirinên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê AKP-MHP’ê ve hedef hatiye nîşandan û got: “Rojnameger, rewşenbîr û hiqûqnasên gotin divê ev tespît bê lêkolînkirin rastî lêpirsînan hatin û hatin girtin. Divê heyetek serbixwe biçe qadê. Mirovan di vê nokteyê de daxwazên xwe anîn ziman û bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye. Îdiayek wisa hebe divê ev îdia bê lêkolînkirin. Li Sîlopî û Stenbolê wê meş pêk bê. Dirûşma meşê jî ‘Meşa mirovahiyê ya mezine’ Em di vê esasê de meşa xwe pêk tînin.”
 
‘Wê daxwaza lêkolînê bê kirin’
 
Bernayê diyar kir ku li Îzmîrê ji bo meşê li ser HDP, HDK û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bang tên kirin û wiha daxuyand: “Ji bilî vê me rêxistinên demokratîk, siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl û şexan bangên xwe kirin. Me bang li civakê kir. Di 5’ê Mijdarê de em ber bi Marmarayê dikevin rê. Em ê daxwazên xwe yên der barê lêkolînkirina kîmyewî de bilind bikin.
 
‘Ev pêvajo wek pêvojoya Kobanê, Gezî û qeyûmane’
 
Bernayê balkişand ser siyaseta ku desthilatdarî dimeşîne û wiha bi lêv kir: “Hemû kesên dengê xwe derdixin hedef tên girtin. Ev ne pêvajoyeke ku em niha dijîne. Di pêvajoya qeyûman de jî me pêvajoyek wisa jiya. Di ya Kobanê de ya Gezî de jî me pêvajoyên wisa jiyan. Niha ji bo bikaranîn çekên kîmyewî kesên bangê xwe dikin hedef tên girtin, tên çewisandin, binçavkirin û girtin. Desthilatdarî ji bo hebûna xwe xurt bike êrîş dike. Ligel vê polîtîka tenkirinê dimeşîne. Dixwaze bi tenêhiştinê jî gelan biçewisînin.”
 
‘Kurd ji bo rumeta mirovahiyê têdikoşin’
 
Bernayê balkişand ser êrişên li hember çapemeniyê jî û wiha dirêjî dayê: “Bi girtina rojnamegeran dixwazin pêşî li mafê girtina nûçeyan bigirin. Bi van jî dixwazin mirovan ji civakê dûr bixin û nehêlin ku gel pêvajoya heyî bişopînin. Kurd ji bo rumeta mirovahiyê têdikoşin. Rumeta mirovahiyê tenê ji bo kurdan ne derbasdare. Ger em behsa rumeta mirovahiyê bikin divê em di vê nokteyê de ligel hev cih bigirin. Ger em xwe parçeyek gel bibînin divê em di vê nokteyê de li dijî pêvajoya heyî îtîrazên xwe bikin.”