‘Divê herkes li dijî bikaranîna çekên kimyewî dakeve qadan’

  • 09:04 2 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bikaranîna çekên kimyewî şermezar kirin û destnîşan kirin ku mirovên xwedî wîjdan divê vê zilmê qebûl nekin û herkes li dijî bikaranîna çekên kimyewî dakeve qadan.
 
Artêşa Tirk di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê êrîş dan destpêkirin û bi çekên kimyewî êrîşên xwe berdewam dike. Herî dawî di encama êrîşên çekên kimyewî de 17 gerîllayên HPG û YJA STAR'ê jiyana xwe jidest dan.  Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di nava 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran gulebaran hatiye kirin û çekên kîmyewî yên qedexe hatine bikaranîn. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kimyewî  her diçe zêde dibin.
 
Dayikên Meclisa Aştiyê ya Şirnexê li dijî bikaranînan çekên kimyewî bertekên xwe anîn ziman.
 
Ji endamên HPG'ê ku li Zapê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) bû. Meta Yahya Şen, Zeynep Şen diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî şermezar dike û got: “Êrîşên bi çekên kimyewî zilmekê mezin e. Zarokên me li dijî zilm û zordestiya li ser gelê xwe tevli nava têkoşînê bûn. Xemgîn jî di temenê xwe yê zarokatiyê de ev zilma li ser gel qebûl nekir û çû. Xemgîn şehîdê Kurdîstanê ye û em bi têkoşîna wî ser bilind in. Bikaranîna çekên kimyewî sûcê şer e.  Lê li hemberî vî sûcî cîhan bêdeng e. Ez bang dikim ku bila tu kes li dijî vê zilmê bêdeng nemine.”
 
‘Bikaranîna çekên kimyewî sûcê mirovahiyê ye’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nuriye Atmiş jî anî ziman ku mirovên xwedî wîjdan vê zilmê qebûl nakin û wiha axivî: “Ev 6 meh in şerekî mezin heye û di vî şerê de çekên kimyewî tên bikaranîn. Hemû cîhanê dît ku zarokên me bi van çekên kimyewî hatin qetîlkirin. Bikaranîna çekên kimyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hemû welatan, sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku bila bikaranîna çekên kimyewî lêkolîn bikin û nehêlin ku ev çek werin bikaranîn. Mirovên ku xwedî wîjdan û exlaq be divê wê zilmê qebûl neke û li dijî çekên kimyewî deng derxînine û rabin ser piyan.”
 
‘Bila Barzanî ji dîroka xwe fedî bike’
 
Nurîye, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku sûcê herî mezin PDK û Barzanî dike û wiha pêde çû: “Heke Barzanî nehişta ku li ser erdên başûr çekên kimyewî werIN bikaranîn dê Dewleta Tirk jî ew cesarete bi xwe re nedidîta ku li dijî kurdan gelek caran çekên kimyewî bi kar bîne. Mînaka wê ya herî mezin jî komkujiya Seddam e ku li dijî kurdan kiribû. Bila Barzanî jî dîroka xwe fedî bike ku îro destûr dide dewleta Tirk çekên kimyewî bi kar bîne. Barzanî îro di bin tesîra dewleta Tirk de ye û bi vî şiklî kurd bi kurd dide kuştin. Heke Barzanî ew maskeyên gazê desteser nekira dê zarokên me jî di encama çekên kimyewî de jiyana xwe jidest nedidan.”
 
‘Barzanî ji kurdan çi dixwaze’
 
Nurîye, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tîfaqa kurdan û destnîşan kir ku heta kurd tîqafa xwe ava nekin xelasiya wan ji vî şerî tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe “Heta ku em tifaqa xwe ava nekin em ê bi ser nekevin. Heta ku barzanî gavê paşde biavêje wê kurd bi ser nekevin. Dijmin jixwe dijminatiya xwe dike. Lê Barzanî ji kurdan çi dixwaze nayê fêmkirin. Ew jî şirikê vî sûcî ye.  Kurd çima dijminatiya hevdû dikin. Ez bang li Nêçîrvan Barzanî  dikim ku Nêçirvan Barzanî ji mirovahiya xwe derketiye. 50 sal e kurd li ber xwe ddin. Bila bes êdî kurd xayintiya hevdû bikin. Bila dest bidin destê hevdû û li dijî van êrîşan bi tîfaqa xwe vî şerî rawestînin. Bi kuştinê kurd naqedin.”
 
‘Bila Ewropa xwe kerr û lal neke’
 
Herî dawî jî Endama Dayikên Aştiyê Emîne Oruç axivî û diyar kir ku divê hemû kes li dijî bikaranîna çekên kimyewî rabe ser piyan û ev bang kir: “Ez bang li dewletên ewropayê dikim. Gelo çima dengê xwe dernaxînin. Çima di mijara kurdan de xwe kerr û lal dikin. Ew jî dizanin ku ew sûcê şer e. Bi çekên kimyewî hewil didin ku fermana kurdan rakin. Bi taybetî jî em Barzanî şermezar dikin. Divê em tîfaqa xwe bikin. Em ê li ser doza xwe bisekinin. Heta ku em xwedî li doza xwe denekevin em bi ser nakevin.”