Di ‘Nobeta Edaletê’ de malbatan bang li partiyên siyasî kir

  • 12:14 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Di çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan de Herdem Merwanî axivî û bertek nîşanê bêdengiya partiyên siyasî da û got: "Em carek din banga serbest berdan girtiyên nexweş dikin."  
 
Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê berdewam kir. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn. 
 
Bang li partiyên siyasî hat kirin
 
Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay, Herdem Merwanî axivî û anî ziman ku wan gelek caran ji bo girtiyên nexweş bên berdan bang li partiyên siyasî kirine û wiha domand: “Lê heta niha xwestekên me bi cih nehatine. Gelek girtiyên edlî hatin berdan lê belê girtiyên nexweş ên siyasî nehatin berdan. Ev 4 meh in ku em li benda vekirina meclîsê bûn. Lê ew bû mehek ku meclîs vebûye jî rewşa girtiyên nexweş nehatiye rojeva meclîsê. Ji bo ku me bixapînin carekê anîn rojevê lê piştrê di rojevê de derket. Em vê pirsê dikin, gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de ye? Em bi awayekî zelal dibêjin ku rewşa girtiyên nexweş nebaşê. Ligel rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî girtiyan bernadin û tedawiya wan nayê kirin. Em dixwazin ku girtiyên nexweş berdin û em tedawiya wan bikin. Banga me partiyên siyasî ew e ku piştgiriyê bidin me û bila Wezîrê Dadê jî girtiyên nexweş berde.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.