Ji bo meşa Silopiyê bang: Li dijî sûcê mirovahiyê em ê li kolanan bin

  • 09:54 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
AMED - Di 6’ê Mijdarê de dê bi dirûşma “Li dijî çekên kimyewî, meşa mirovahiyê” li Silopiyayê meşek girseyî were lidarxistin. Ji bo meşê li Amedê banga tevlîbûnê hat kirin û hat diyar kirin ku li dijî bikaranîna çekên kimyewî divê gel bêdeng nemîne. 
 
Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li başûrê Kurdistanê, li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 17’ê Nîsanê de êriş dan destpêkirin û li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), hatibû aşkarekirin ku gelek caran çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertekên gel her ku diçe zêde dibe.     
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Di Dewreya Şaristaniyê de Xizmên xwe Wenda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û gelek sazî û rêxistinên sîvîl dê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kimyewî Meşa Mirovahiyê” di 6’ê Mijdar’e de li navçeya Silopiyêya Şirnexê meşekê girseyî bê lidarxistin.
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy û endama MEBYA-Der’ê Meryem Soylû, ji bo meşê bangawazî kirin.  
 
‘Ew dîmen li hemû raya giştî belav bû’
 
Gulîstan, anî ziman ku AKP’ê piştî ku krîzên ji siyasete jiya şûnde lez da polîtîkayên şer û got: “Em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku AKP bi vê yekê hem têkçûna xwe ya siyasî vedişêre, hem jî bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re hemû gelan dixe dijminê hevdû. Di vê wateyê de operasyonên leşkerî yên li dijî başûrê Kurdistanê ji nîşaneyên herî bingehîn in. Ji ber ku AKP asê maye, xwe dispêre polîtîkayên şer û gotinên xwe. Em dizanin ku bi mehane operasyonên leşkerî didomin. Di rojên derbasbûyî de di operasyoneke leşkeri de derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de îdîayên pir cidî di raya giştî de hebû. Ne tenê li Tirkiyeyê di raya giştî ya cihanê de jî dîmen hebûn. Bikaranîna çekên kîmyewî ne tiştekî asayî ye û mijarek e ku were ronîkirin e.”
 
‘Ev mijarek pir mirovî û wijdanî ye’
 
Gulîstan bal kişand ser vê yekê ku qanûnên navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û got ku ev sûc sûcê mirovahiyê ye. Gulîstan, wiha domkir: “Lê li ser piştrastkirina van îdiayan, bi taybetî jî daxuyaniyên partiya me û zanyaran gotin ku ji bo eşkerekirina van îdiayan bi çavên objektîf divê lêkolîn bên kirin. Yên ku ev yek anîn ziman jî bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Ji ber vê pêvajoya ku Şebnem Korur Fîncanci tê de derbas bû de hat daxwazkirin ku îktîdar di vê warê de lêkolîn bike. Lê belê ev daxwaz hat qedexekirin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê li hemberî vê mijarê bi sê meymûnan bilîzin û ji ber ku hikûmet pêvajoya heyî bi vî rengî dimeşîne, em ê normal bibînin. Ji ber ku ev mijarek pir mirovî û wijdanî ye.”
 
‘Ev meşa aştiyê ya li dijî şer e’
 
Gulîstan, di dawiya axaftina xwe de got dê bi tevlîbûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî “meşa mirovahiyê” lidarbixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev meş li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê bê lidarxistin. Di hema demê de meşa aştiyê ya li dijî şer e jî. Em vê gelek baş dizanin; ger şer li cihekî rewa bê dîtin, di heman demê de di rastiyên xwe de winda bibe, neçar e. Ji ber vê yekê siyaseta şer a ku tê de hewl tê dayîn heqîqet bê windakirin, bi kêrî tu gel, erdnîgarî û dewletan nayê. Ji ber vê jî bingehîn meşrûkirina aştiyê ya li dijî şer e. Bi vê munasebetê em li ser navê mirovahiyê em hemû kesên ku alîgirê aştiyê ne vedixwînin vê meşê.”
 
‘Di hiqûq û mirovahiyê de ev tişt tuneye’
 
Meryem Soylû, bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiye li Başûr bikartîne şermezar kir û got kesên dibêjin ew hiqûq û mafê mirovahiyê diparêzin çavên xwe ji bikaranîna çekên kîmyewî re girtine. Meryemê, anî ziman ku bi çekên kîmyewî êrîşên çiyayên Kurdistanê û zarokên wan tên kirin û wiha got: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye. Kesên ku dibêjin em maf û hiqûqê mirovahiyê diparêzin îro li ku derê ne? Kesên ku mafê mirovahiyê diparêze dê îro ew çekên kîmyewî nedana dewleta tirk û ew ê jî êrişê zarokên me nekirana. Bi bikaranîna çekên kîmyewî xwezayê û hemû zindiyên di nava xwezayê de dijîn îmha dikin. Kanî heq, hiqûq û mirovahî li ku ma? Îktîdar îro sûc dike û em wî şermezar dikin. Kesên ku dibêjin ez mirovim li dijî çekên kîmyewî divê destên xwe bidin hevdû û dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî çekên kîmyewî bisekinin. Di hiqûqê û mirovahiyê de ev tişt tuneye. Çiqasî zindî û xweza hebe hemûyan bi van çekên qedexe îmha dike.”
 
‘Divê destpêkê de pirsgirêka kurd bê çareserkirin’
 
Meryem, destnîşan kir ku hemû dewlet û cihanên navnetweyî jî gelek baş dizanin ku dewleta tirk li Başûr çekên kîmyewî bikartîne, lê belê bêdeng dibîne. Meryem, bang li hemû gelên cihanê kir ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û axivî: “Kesên dibêjin ez mirovim li dijî vê zilm, hovîtî, çekên kîmyewî re bêjin bes. Li dijî zarokên me yên ku bi çekên kîmyewî tên kuştin re bêjin bes. Mirov dema ku dîrokê dinêre tu kes bi hovîtiyê negihîştiye armanca xwe. Li ser maseyê gihîştiye mafê xwe. Ji bo ku ev zil û hovîtî bisekine bila bên em li ser maseyê rûnên û çareseriyekê bibînin. Em çareseriyekê bibînin û edaletê pêk bînin. Ew jî û hemû cihan jî dizane ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, heta ku Rêberê Gelê Kurd di nava çar dîwaran de be, heta ku mirovên me her roj bên girtin û binçavkirinê dê edalet neye vê welatê. Heta ku çareseriyek neyê dîtin, heta ku edalet neyê vê welatê û heta ku aştî neyê vê welatê tu kes ji vê tofanê xilas nabe. Bila hemû Gelê Kurd destên xwe bidin hevdû. Em kuştinê naxwazin. Em naxwazin zarokên tu dayikekê bê kuştin. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Bila dayik êdî stêrkên çavan nebarînin. Lê belê ew li dijî me sond xwarine ku dibêjin em ê kurdan biqedînin. Ew çi dikin bila bikin dê nikaribin kurdan biqedînin. Ev pirsgirêk li ser maseyê encax bê çareserkirin.”
 
Banga ji bo meşê
 
Meryem, dawiya axaftina xwe de daxuyan ku hemû Gelê Kurd kir li dijî bikaranîna çekên kên kîmyewî divê derbikeve kolanan û wiha bang ji bo meşa Silopiyê kir: “Bila gelê me dakeve kolanan û bibêbe em jî hene û li dijî hovîtiyêne. Pêwîste li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bibin yek deng. Em naxwazin çekên kîmyewî li dijî tu mirovan bê bikaranîn. Lê sonda ku xwarine bi kîmyasalê dixwazin pêk bînin. Yê ku dibêje ez kurd im divê di 6’ê mijdarê de biherike Silopiyê. Em ji zilm, zordarî û hovîtiyê re bêjin bes e.”