‘Hikûmet dixwaze STK’yan bike bin kontrola xwe’

  • 09:13 1 Mijdar 2022
  • Hiqûq
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de li hember parêzerên OHD’î ji aliyê komekê ve êrîşa nîjadperest pêk hatibû. Hevseroka OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk der barê mijarê de axivî û got: “Hikûmet ji bo li qada siyasî alternatîfekê nehêle polîtîkayekê dimeşîne. Ji ber vê jî dixwaze rêxistinên pîşeyî, STK’yan bigire bin kontrola xwe.”
 
Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Îzmîrê di navbera 22-23’yê cotmehê de pêk htaibû. Di lijneyê de parêzer Aryen Turan a li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê mafê axaftinê girt, di axaftina xwe de balkişandibû ser Jîna Emînî ya li Îranê hatibû qetilkirin û bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê hatiye bikaranîn. Her wiha di axaftina xwe de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kir û balkişand ser rewşa agirtiyên nexweş û doza Denîz Poyraz. Komek nîjadperestî bi gotinan êrîşê Aryenê kirin û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê jî êrîş nedît û der barê Aryenê de bi lez û bez  lêpirsîn da destpêkirin.
 
Hevseroka OHD’a Îzmîrê parêzer Şukran Ozturk der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Şukranê da zanîn ku di lijneya giştî de komekê li hember Aryenê êrîşa nîjadperest pêk anîne û got: “ Êrîşên desthilatdariyê yên li hember rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl didomin. Desthilatdarî bi van êrîşan dixwaze peyamê bide. Êrîş bi gotinên ‘di baroyê de siyaset nayê kirin’ kesê li ser navê civakê xebatan dimeşînin, digire hember xwe.”
 
‘Dixwazin STK’yan notralîze bikin’
 
Şukranê her wiha destnîşa kir ku sererastkirineke ku  ji ser Yekitiya Baroyan li bajarên ku hejmar hatiye bidestxistin, dikare baroyên alternatîf bên avakirin hatiye kirin û wiha bi lêv kir: “Lê li Îzmîrê ji ber bingeha vê tunebû hewldan jî nehat kirin. Hikûmetê raste rast mudaxaleyî komên pîşeyî dike. Wek daxwaza tayînkirina qeyûm a ji bo Yekitiya Tabîbên Tirk. Hikûmet di qada siyasî de ji bo alternatîfan nehêle polîtîkayê dimeşîne. Ev li ser muxalefeta siyasî kêm be jî bi ser xistiye. Lê Rêxistinên Pîşeyî û STK’yên piştgiriyê nadê jî dibin hedef. Dixwaze wan jî notralîze bike û bike bin kontrola xwe.”
 
‘Divê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bibînin’
 
Şukranê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Wek gelek baroyan di baroya Îzmîrê de jî komek parêzer bi gotina ‘em ji siyasetê dûr karê xwe dikin’ bûne namzetên rêveberiyê. Lê tu sazî û dezge ji siyasetê dûr û serbixwe nabin. Qanûnên der barê baroyan de hatine derxistin jî girêdayî siyasetê ne. Yên ev qanûn derxistine meclîs û hikûmet e. Yanî xwe dispêre siyasetê. Di lijneya giştî de bertek jî wek lingê siyasî dertê pêş me. Her kes ne pêwist e tiştên me biecibîne. Lê neçar in di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de binirxînin. Nîşandana vê bertekê derdixe holê ku vê ji ser siyasetê dikin.”
 
‘Wekî ku gelek kesî bertek nîşan daye dan xuyakirin’
 
Şukranê diyar kir ku hejmara kesên ji axaftina Aryenê nerehet bûye 4 an jî 5 bûye û wiha dawî lê anî: “Bi taybet li ser çapemeniya civakî gotinên ku hevala me teşîr dikin hatin gotin, weşan hatin kirin. Bi vî awayî hewl didin ku bibêjin li hember hevala me bertekek mezin heye. Di alî baroyan de di esasa mafê mirovan de rêgez di ser siyasetê de ye. Di axaftina Aryenê de li hember binpêkirina mafan daxwaz hatin ziman. Lê bertekên li hember Aryenê wateyên siyasî dihewîne. Metna me der barê binpêkirina mafê jiyanê de ye. Gulîstan Doku hezar roj in winda ye, malbata Şenyaşar di lêgerîna edaletê de ye. Me got TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye. Hemû der barê binpêkirinên mafan de bûn.”