'Em ê pênûsa rojnamegeran li erdê nehêlin'

  • 09:08 1 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku rojnamegerên hatine girtin dengê gel bûne û dewletê bi girtina rojnamegeran peyama wê sûcê mirovahiyê berdewam bikin daye.
 
Nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de di 25’ê Cotmehê de di bin îşkenceyê de hatibûn binçavkirin, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Yalçin, Ceylan Şahînli û Emrullah Acar di 29'ê cotmehê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" nîvê şevê sewqî dadgehê hatin kirin. Nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz a di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û Mehmet Gunhan ê demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj dikir, bi hepsa malê û kontrola edlî hatin berdan. Bertekên li dijî  girtina rojnamegeran didome.
 
‘Em ê li qadan bin’
 
Nûçegîhana Rojnameya Yekitiya Têkoşînê ya Îzmîrê  Lutfiye Burcu Kara da zanîn ku  girtina rojnamegerên çapemeniya azad ji qanûna sansurê cudatir nikare bê nirxandin û got qanûna sansurê jî biryara girtinê jî bi armanca astengkirin mafê girtina nûçeyan hatiye kirin. Burcuyê wiha daxuyand: “Her du saziyên çapemeniyê jî di şopa Musa Anter de weşangerî dikir. Îro hevalên me hatin girtin. Wê hevalên din jî bên girtin.  Dibe ev êrîş bidomin. Lê em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin. Em ê  li ser navê wan li qadan bin. Em her tim ligel wan e. Bila demildest rojnameger bên berdan.”
 
‘Ev peyama ku wê sûcê xwe berdewam bike ye’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) a Îzmîrê Newroz Çelîk jî destnîşan kir ku êrîşa li hember rojnamegeran li hember civakê ye û wê jî ev nêrîn anî ziman: “Çapemeniya azad dengê jinane. Ji bo jin bên dîtin û ji hev agahdar bin çapemeniya azad hewl dide. Bi taybet vê pêvajoyê de bi taybet êrîşê çapemeniyê dikin. Tirkiye dixwaze sûcên xwe veşêrin. Çapemeniya azad sûcên mirovahiyê bi cîhanê da bihistin. Ji ber vê jî hewl didin bi girtinê wan bêdeng bikin. Em banga piştgiriya çapemeniya azad dikin.”
 
‘Her kesî nisîbê xwe ji êrîşan girt’
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Ozdamar bakişand ser zextên desthilatdariyê û got desthilatdarî beka xwe û ya dewletê wekhev dibîne û wiha balkişand ser qanûna sansurê: “Li HDP’ê jî doza girtinê vekirin. Dema em dinêrin li hember muxalefeta demokratîk êrişek dijwar heye.Yên van êrîşan nîşan didin jî rojnamegerin. Sedema êrîşên li hember rojnamegerên çapemeniya azad jî ji ber vê ye.  JINNEWS û Ajansa Mezopotamya weşanên girîng yên çapemeniya kurd in. Li dijî van êrîşan muxalefetek neyê avakirin wê her kes ji van êrîşan nisîbê xwe bigire. Dîktatorî bi têkoşînê dikare bê hilweşandin. Divê her kes li dijî tifaqa AKP-MHP’ê bibe yek. Neçarin wisa bikin. Wekê din riya têkoşînê ya li hember dîktatoriyê tune.”