Destdirêjiya polîs û midûrê wargehê:Li ser hevalên me derî girtin

  • 09:10 24 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
 
ENQERE - Berîvan Kaylu da zanîn ku di çalakiyên ‘Sîwana me asîman in’ de her tim bi destdirêjî û tehdîda polîs re hatine rû hev, sedema veqetîna wan a ji wargehê jî destdirêjiya midûrê wargehê ye. Berîvanê daxuyand ku hevalek wan a di Newrozê de hatiye binçavkirin û berdan, li wargeha lê dima ji aliyê midûrê wargehê ve birine cem kesên xwe wek polîsên sivîl didin nasîn û li ser derî hatiye girtin. 
 
Xwendekarên li Enqereyê li ser banga Tevgera ‘sîwana me kolan û malên me ne’ ya li Stenbolê di 10’ê îlonê de li parkê nobet girtin û bi armanca balê bikşînin ser pirsgirêka starbûnê her êvar li parqên cuda nobetê digirin. Xwendekaran 11 rojan bê navber nobet girtin û piştî mirov ji parkan vedikişin polîs wan tacîz û binçav dikin. Li Enqereyê xwendekarên nobetê dikin bi heman pêkanînê re tên rû hev.  Xwendekar Berîvan Kaylu jî ya di çalakiyê de cih digirt bi tehdîdên polîs ên wekî ‘tu bi daxwaza xwe ji wargehê derketî li pey çiye’ hat rû hev.
 
Berîvan Kaylu der barê şîdeta polîs û pêvajoya li wargehê maye û destdirêjiyên peywirdarên wargehê vegot.
 
‘Em dengê xwe bilind dikin’
 
Berîvanê da zanîn ku piştî tevgera ‘sîwana me asîman in’ li Stenbolê hatiye avakirin, ew jî li Enqereyê bi hevalên ji wargehê hatine avêtin re hatine gel hev û wiha got: “Piştî hevalên Stenbolê em jî li Enqereyê hatin gel hev. Daxwazên me yek jê pirsgirêka starbûnê ye û çareseriyek mayînde ye. Divê ji bo her xwendekarî şert û mercên mirovane bên pêkanîn. Em dibêjin em starbûnê dixwazin lê hevalên me yên di nav çar dîwaran de di şertên ne mirovane de dijîn, hene. Hevalên me yên li wargehên KYK’ê di şertên ne hîjyenîk de dijîn, hene. Di van şertên ne baş de jî lêpirsîn tên vekirin, hincet tên afirandin û hevalên me ji wargehan tên avêtin. Me jî xwest em bi wan re dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Em bi tehdîdan re hatin rû hev’
 
Berîvanê wiha bi lêv kir: “Dema me dest bi çalakiyê kir em bi tehîd û tacîzan re hatin rû hev. Ev du roj in polîs hêza bê sînor bi kar tîne. Bi îşkenceyê bi erdê re kaş dikin û binçav dikin. Bêyî tu hişyariyê bikin, êrîşê me dikin, pihînan davêjin çayê me û me binçav dikin. Tevî em daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman, dibêjin hûn sibehê bên em ê we dîsa binçav bikin. Em bi van tehdîdên qirêj re tên rû hev. Pirsgirêka starbûnê ne tenê ya xwendekaran e. Mirov nikarin kirê bidin, fatura bidin. Nikarin biçin marketan. Xizaniyek mezin heye. Ji bo em mahkumê vê nebin em dengê xwe bilind bikin. Bi mîlyonan kes vê pirsgirêkê dijîn.”
 
‘Midûr hevala me xist odeyekê û derî girt’ 
 
Berîvanê bal kişand ser tehdîda polîs a li wê hatiye kirin û got: “Polîs got ‘tu bi daxwaza xwe ji wargehê derketî armanca te çiye’. Ez neçar mam qeyda xwe ji wargehê paqij bikim. Ji ber carê ez hatim binçavkirin midûrê wargehê bi dehan carî ez tacîz kirim. Gotin lêpirsîna te heye û ber bi sibehê ez ji wargehê hatim derxistin. Min got hûn çima vê saetê min radikin, ez ji xwe nav rojê li wargehê me. Gotin em tên ava rojê nabînin. Ji ber tacîzan neçar mam derkevim. Ji roja ewil a çalakiyên ‘sîwana me asîman in’ heta niha hevalek jin ligel me bû. Di meha Adar û Nîsanê de bi min re tevli Newroza Beytepe bû û hat binçavkirin û berdan. Piştî demekê midûrê wargehê lê digere û dibêje bê jêr. Midûr bi hinceta em bimeşin wê dibin bloka din. Li wir pirsan dipirsin. Dibin odeya faliyetê ya Bloka B. di odeyê de polîsên sivîl ku yek jin yek jî mêr e, heye. Wê jî dikin odeyê û derî digirin. Hevalê me saetek û nîvê li wê odeyê ligel wan polîsan tê hiştin.
 
‘Ode derxistin 8 kesî’ 
 
Berîvanê wiha dawî lê anî: “Nedihiştin malbat jî bikevin hundir. Polîs gotin hûn bi daxwaza xwe derketine. Ji ber tacîzan, ji ber malbat nikaribûn bikevin wargehan, ji ber polîsên sivîl diketin hundir em bêzar bûn. Xwendekaran bi gotinên cuda nîşan didin. Ji ber vê daxwazên me yên mafdar hene. Em dixwazin di şertên mirovane de bijîn. Bila kontenjanên wargehan bên zêdekirin. Hevalên me yên ji bajarên dûr hatine hene. Ev hevalên me ji ber cih nabînin neçar dimînin, dest ji xwendinê berdin. Hevalên me di şertên hîjyenîk de najîn. Ji xwarinan her tişt dertê. Odeyên 4 kesî derxistin 6 kesî yên 6 kesî derxistin 8 kesî. Hevalên neçar man biçin kirê hene. Divê ev kirê êdî bên kontrolkirin. Em banga piştevaniyê li hemû kesî dikin.”