Li Gîrtîgeha Şakranê pêkanîna kêfî: Parêzer serî li ÎHD’ê dan

  • 09:12 23 Îlon 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Parêzer Dîlancan Ateş û Nehîr Bîlecen xwestin derbarê sînorkirina cil û bergan ya girtiyan bi girtiyan re hevdîtinê bikin lê hatin astengkirin. Parêzeran da zanîn ku karmendên girtîgehê gotiye ku du parêzer di heman demê de nikarin bi muvekîlekê re hevdîtinê bikin. Parêzer serî li Baroya Îzmîrê dan. 
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin û girtî li dijî van pêkanînan bi bertekin. Em demek dirêj bû rêziknameya der barê cil û bergan de di rojevê de bû û li Girtîgeha Şakranê hewl dan bikin jiyanê. Rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyan dema hevdîtinên vekirî, girtî û telefonê de sînorkirina cil û bergan anî. 
 
Seroka Komeleya Hiqûqnasên Hevdem parêzer Dîlancan Ateş û Berdevka Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê parêzer Nehîr Bîlecen xwestin der barê mijarê de bi girtiyan re hevdîtinê bikin lê hatin astengkirin. Parêzeran da zanîn ku karmendên girtîgehê gotiye ku du parêzer heman demê de nikarin bi muvekîlekê re hevdîtinê bikin û got ev tişta mijara gotinê ye ji Baroya Îzmîrê re ragîhandine.
 
‘Biryara midûrê girtîgehê ye’
 
Seroka Komeleya Hiqûqnasên Hevdem parêzer Dîlancan Ateş da zanîn ku karmendê cihê qeyda girtîgehê gotiye ku muvekîlek heman demê de nikare bi du parêzeran re hevdîtinê bike û wiha got: “Ev rewş ne hiqûqî be jî divê belgeyeke nivîskî ya ku biryarek wisa heye an na nîşanê me bidana. Karmend bi telefonê axivî û got biryarek wisa tune lê midûra girtîgehê Meltem Babaoglu ev biryar daye û gotiye ku ‘dibînin bila bibînin nabînin jî bila biçin’. Karmend wisa ragîhand. Li ser vê me got em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Karend carek din got 'ez nikarim tiştekî bikim bi dozger re hevdîtinê bikin'. Em çûn cem dozger. Dozger got ew cara yekem bi tiştek wisa re tê rû hev. Me jî got di hevdîtinên li Girtîgehên Egeyê de cara yekem em tiştek wisa dibînin. Nêzî saetekê em dan sekinandin. Di vê navberê de me rewş ji baroyê re ragîhand.”
 
Dîlancanê daxuyakirin ku ew wek hiqûqnas van pêkanînan qebûl nakin û wiha dawî lê anî: “Ji bo girtî bi binpêkirinên mafan re neyên rû hev çi ji destê me bê, em ê hem çalakiyên cemwerî û hem jî bernameyan bidomînin.”
 
‘Pêkanîna kêfî’
 
Berdevka Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê parêzer Nehîr Bîlece jî destnîşan kir ku tevî biryara nivîskî tunebû jî gotine du parêzer heman demê de nikarin bi girtî re hevdîtinê bikin û wiha bi lêv kir: “Me got ev dijhûqiye. Ji ber em bi pirsgirêkek wisa re nehatin rû hev. Berê ji yekî zêdetir parêzer bi ji yekê zêdetir girtî re hevdîtin dikir. Midûra girtîgeha Şakranê Meltem Babaoglu şexsî ev helwest nîşan daye. Meltem Babaoglu ji karmendê girtîgehê re got yek bi yek dikevin hevdîtinê bila bikevin nakevinê bila biçin.”
 
Hinceta nivîskî tune
 
Nehîrê berdewamiyê de wiha anî ziman: “Dema em ji bo hevdîtina dozger bikin, em li endamê lijneya baroya Îzmîrê Mehmet Baran Selanîk geriyan.  Mehmet Baran got ev rewş li dijî hiqûqiye. Got divê biryara nivîskî pêşkêş bikin. Bi telefonê hewl da li dozgerê ji girtîgehê berpirse bigere. Lê gotin hevdîtinek din ya dozger heye. Hevdîtin pêk nehat. Em nêzî saetekê li bendê dozger man. Me got hevdîtina me hatiye astengkirin nehiştine em peywira xwe bikin. Piştî saetekê gotin biryara nivîskî tune. Me jî bi muvekîlên xwe re hevdîtin kir.”
 
‘Tecrîd hatiye girankirin’
 
Nehîrê daxuyakirin ku girtiyan di îfadeyên xwe de diyar kirine ku tecrîd û îşkence her diçe giran dibe û wiha bi lêv kir: “Bi giştînameyên derdixin binpêkirinên mafan jî zêde bûne. Muvekîlên me gotin ji ber boyaxkirina koxuşekê girtiyên edlî anîne koxuşeke navbera du koxuşên siyasî. Zarokên girtiyên edlî jî hebûn. Dema koxuşan diguherin jî lêgerînê dikin. Di lêgerînan de li ber çavê zarokan serê bebekên pêlîstok jê kirine. Piştî vê bûyerê zarok seranserê rojê giriyane.”
 
‘Pirtûk nayên dayîn’
 
Nehîrê destnîşan kir ku yek ji pêkanînên din jî nedayîna pirtûkane û ji bo dayîna pirtûkan jî dîrokên diyakirî hene û got: “Girtî nikarin pirtûkan bigirin. Ji bo xwendina pirtûkan jî hinceta rewşa baş pêşkêş dikin. Îşkence û tecrîd didome.”