Endama KJAR'ê: Heta Rejîma Îranê dikeve, divê serhildan dewam be

  • 09:05 23 Îlon 2022
  • Rojane
 
Medya Uren-Derya Ren
 
NAVENDA NUÇEYAN - Endama Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Aso Kamalî têkildarî rejîma Îranê ya zayendperest û nîjadperest nirxandinên xwe parve kir û got: “Li dijî vê hişmendiyê serhildanek mezin heye. Divê em vê serhildana xwe belav bikin û heta rejîma bi vê hişmendiyê ye bi dawî bînin.”
 
Di 13'ê Îlonê de li Tehrana Îranê "polîsên exlaqê" bi hinceta laçika xwe baş nedaye serê xwe îşkence li jina kurd Jîna Mahsa Amini ya 22 salî kirin û ew kirin bin çavan. Jînaya ji ber îşkenceyê ketiye komayê rakirin nexweşxaneyê û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li ser qetilkirina Jîna Rojhilatê Kurdistanê rabû serhildanê. Çalakiyên grevê yên li Rojhilat dest pê kirine li 24 bajaran belav bû. Li 13 bajaran jî çalakiyên girseyî berdewam dikin. Di van çalakiyan de herî kêm 5 welatî ji aliyê polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin. Li gorî hinek agahiyan jimara van qetlîaman gihiştiye 8 kesan û jimara birîndaran jî 700 kesan.  
 
Endama Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Aso Kamalî têkildarî rejîma Mull a Îranê û çalakiyên mezin dibin bi ajansa me re axivî.
 
‘Rejîma Îslamî ji bo jinan gefek mezin e’
 
Aso di serî de bal kişand ser hatina rejîma Îslamî û berdewam kir: “Bi taybetî ger em qala zehmetiyên ku jinên Rojhilatê Kurdistanê jiyîne bikin divê di serî de em qala pêvajoya salên 1970’ê bikin. Rejîma Îslamî kete ser rêveberiyê û êdî her tiştê dixwestin li ser civakê didan ferzkirin. Heya di cil û berg de jî xwe têkilî jinan kirin. Pêwîst bû cilên me tevan bi şêweyek tenê be. Divê çermê me nemîne ji derve û xuya neke. Bi giştî gelek zextên bi vî rengî em dikarin rêz bikin. Yên ku li dijî van qanûnên Komara Îslamî derketiba pirsgirêkên gelek mezin ji bo wê ava dikirin. Yan girtîgeh an jî bi tundiya wan re rû bi rû diman.
 
‘Divê heta hikûmet bikeve em li berxwe bidin’
 
Aso di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî Jîna nirxandin kir û got: “Jîna Amînî jî yek ji van jinan e ku rastî tundiya rejîma îslamî hatiye. Jîna çû bajarê Tahranê ji bo birayê xwe bibîne. Kesekî Jîna dîtiye ku laçika li serê wê baş nehatiye girêdan gilî li asayîşa Exlaqê kir. Asayîşê jî pêşiya malbatê girt. Jîna ji bo bibin girtîgehê jî binçav kirin. Weke di dîmenan de jî xuya kir Jîna rastî tundiyekê tê. Piştî demekê Jîna girtine wê birin nexweşxaneyê. Weke civak mafê me heye ku em bêjin çima we Jîna girt û çima dema di bin parastina wan de bû mir. Ji wê zêdetir hûn bi kîjan mafî xwe têkilî laçika jinekê dikin û ji bo girtina wê vê hincet nîşan didin. Em weke rêxistina jinan jî li dijî vê qetlîama komarê ne. Ne tenê wê hesabê Jîna bidin. Daxwaza me ew e ku ev hikumet êdî rabe. Ji ber ne tenê Jîna bi sedan jin wiha hatine qetilkirin û hîna ev qetlîam berdewam e.”
 
‘Jinên xwedî li nasnameya xwe derdikevin tên girtin’
 
Aso çalakiyên hatine lidarxistin bi van gotinan şîrove kir: “Em jin ne tenê ji ber laçika xwe têne girtin ango ne tenê ji ber şêweyê cil û berg em tên girtin. Ji vê zêdetir ji ber jin xwedî li mafê xwe derdikevin rastî êrişan tên. Niha hîna aktivîsta kurd Zeynep Celaliyan rehîn tê girtin. Zeynep Celaliyan a bi nexweşiyên giran e di şert û mercên giran de tê hiştin. Destûr nayê dayîn ew bijîşk jî bibîne. Cardin Zehra Mihemedî ya ji ber zimanê kurdî hîn dikir di girtîgehê de ye. Jinên Rojhilat bi giştî di bin atmosferek wiha de zehmetiyên mezin dijîn. Gelê Rojhilat îro serî hildan û divê ne tenê îro, divê hemû rojan em bi vî rengî serî hilbidin. Divê em hemû rojan li berxwe bidin. Divê em hemû rojan qêr bikin. Divê em hemû rojan çalakiyan li dar bixin. Heta ku dawî li vê hikûmetê tê. Ma çi ferqa wan ji DAÎŞ’ê heye. Bi salane em li hember hişmendiya wan şer dikin. Lê her ji ya xwe nayê xwarê. Em ne tenê mafê jinan mafê hemû mirovatiyê diparêzin. Ger em li ser rewşa jinan tenê jî bifikirin nêzîkatiya dikin ne mirovî ye. ”
 
‘Divê çalakî sînordar nemîne’
 
Aso da zanîn divê çalakî sînordar nemîne û wiha berdewam kir: “Çalakiyên heyî li bajarên Rojhilat ên weke Saqiz, Kamîran, Bane, Bûkan, Kirmanşa û gelek deverên din xwepêşandanên mezin pêk hatin. Di aliye sîstem de ruxmê gelek zehmet e ev rêxistin ava bibin jî bi awayê herî serkeftî pêş dikevin. Her kurdek bi xwe biryara derketina kolanan girtine. Bi awayekî din organîzekirina çalakiyan û gazîkirina gel ne gelek pêkan e. Bi taybetî derketina jinan ji bo her deverê dibe nimûne. Ruxmê gef û mirinan jî bi rojan in li kolanan in. Ev ji bo gel bû moral û motîvasyon. Ji bo rakirina rejîma heyî jî bû hêviyek mezin. Li dijî hişmendiya jiyana jinan tune dihesibîne bertekek e. Niha jî daxwaza me ew e ku bi Kurdistana Rojhilat re sînordar nemîne. Têkoşîna em didin ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Divê em bi hev re vî marfê xwe biparêzin. Ger em îro deng dernexin wê bibe dereng.”
 
‘Me ji bo jinên cîhanî komek ava kir’
 
Aso herî dawî li ser xebatên jinan ên Rojhilat axivî û got: “Konferansek navneteweyî pêk hat û bi tevlîbûnê jî em gelek şanaz bûn. Ji bo min jî ev cihê serbilindiyê bû. Ji ber ji Îranê beşdarbûn jî zoriyên xwe hene. Bi taybetî jî di konferansê de berzkirina dengê jinên Îranê girîng bû. Zêdetirî 30 welatan bi qasî 300 jin beşdarî konferansê bûn. Min xwest bi caran rabin û van bûyerên li Îranê diqewimin parve bikim. Ji bo pirsgirêkên jinan heman in û divê em cîhan tevahî bi hev re têkoşîna mafên xwe bidin. Ne tenê Rojhilata Navîn jinên cîhanê divê bi hev re bixebitin. Ji ber vê yekê jî xwedî cihekî girîng bû. Divê em piştgiriya hev bikin. Piştî konferansê semînerek me ya 2 rojî bi Efganîstan, Îran û Rojhilat re pêk hat. Semînera me bi serkeftî derbas kiriye nîşan da ku em dikarin bi hev re kar bikin. Em gihiştin wê encamê ku pirsgirêka sereke hikûmet bi xwe ye. Pirsgirêkên jinan û civakê bi xwe jî bingeha xwe ji wir digire. Ji wê zêdetir pêwîst e yekgirtina me ya jinên Rojhilata Navîn ji bo hemû jinan pêşengtiyê bike û bibe gavek. Me komek ku ji jinên Rojhilata Navîn pêk tê durust kir. Di nav komê de endamê ji Filistîn, Libnan, Suriye, Kurdistan, Tirkiye, Îran û Efganîstan hene. Em weke kom hewil didin di asta cîhanî de karên baştir bikin. Em hewil didin ku şonek me hebe ji bo hemû jinên cîhanî.”i asta cîhanî de karên baştir bikin. Em hewil didin ku şonek me hebe ji bo hemû jinên cîhanî.”