Ji bo 8'ê Adarê li Helebceyê pêşangeh
- 13:02 8 Adar 2021
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Helebce pêşangehek şêwekarî hat vekirin.
Bi boneya 8’ê Adar Roja Jinan a Cîhanê, li Helebce pêşangehek şêwekarî hat vekirin. Şêwekar Çiro Selahedîn derbarê pêşangeh û tabloyên xwe de axivî û got: “Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Zêdetirî tabloyên min li ser rumet, ciwanî û serbilindiya jinanin.”
Pêşangeha ku ji bo 8'ê Adarê hat vekirin rastî eleqeyek mezin hat.