Ji bo jinên ajokar projeya perwerdeya ehliyetê

  • 18:47 11 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê di meha Kanûnê de bi 28 jinan re Projeya Perwerdehiya Lîsansa Ajotinê ya Ajokara Otobusa Jin a ku ji bo qadên nû yên îstîhdamê ji jinan re veke û tevkariyê li xurtkirina wekheviya zayendî bike, da destpêkirin.
 
Projeya Perwerdeya Lîsansa Ajotinê ya Ajokara Otobusa Jin ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin. Armanca projeyê hem bi perwerdekirina ajokarên otobusê yên jin hem derfetên nû yên kar ji jinan re veke û hem jî tevkariyê li wekheviya zayendî bike.
 
Di çarçoveya projeyê de 258 jinên 24-35 salî yên li Amedê dijîn serlêdan kirin. Piştî îmtîhanan 28 jinan mafê beşdarbûna Projeya Perwerdeya Ewlehiya Otobusê wergirt.
 
Proje dê di meha Kanûnê de dest pê bike
 
Bi projeya ku di meha kanûnê de bê destpêkirin dê bi hevkariya dibistanên ajotinê ji 28 namzetên jin ên ajokarê otobusê re perwerdeya teorîk, teknîkî, pratîk û qadê bê dayîn.
 
Piştî ku pêvajoya wergirtina ehliyetê ya jinan bi dawî bû, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dê 1 mehê bi giştî 6 saetan perwerdehiya pratîkî ya zêde bê dayîn.
 
Şaredarî dê mesrefan bigire
 
Mesrefên perwerdehiya qursê û ehliyet di çarçoveya projeyê de dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê dayîn.