Li kujerê Gulîzar Yildiz cezayê muebetê hat birîn

  • 18:42 20 Mijdar 2025
  • Rojane
ŞIRNEX -  Kujer Remzî Kayaalp ê ku Gulizar Yildiz qetil kir, dekret pêşberî dagehê  û bi cezayê muebeta giran hat cezakirin.
 
Danişîna kuştina jina bi navê Gulîzar Yildiz (27) ku ji aliyê Remzî Kayaalp hatibû kuştin li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê pêk hat. Malbata Gulîzar Yildiz, parêzerên malbata Gulîzar Yildiz, parêzerên OHD, ÎHD, Baroya Şirnexê û gelek jin tevlî danişînê bûn. Her wiha kujer Remzî Kayaalp jî bi rêya SEGBÎSê tevlî danişînê bû.
 
Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyan kesên bûne şahidê qetilkirina Gulîzar Yildiz, gotin ku piştî bûyer qewimî kujer xwest pêtir derban li ser Gulîzar Yildiz pêk bîne lê me destûr neda û Gulîzar Yildiz rakir nexweşxaneyê.
 
Piştî axaftinên şahidên bûyera kuştina Gulîzar Yildiz, malbata Yildiz jî axivî û xwest kujer Remzî Kayaalp bi cezayê herî giran were cezakirin.Parêzerên ku tevli danişînê bûn gotin ku kuştina jinan polîtîk e û ji ber ku di civakê de wekwehiya jin û mêr tuneye ev bûyerên wiha sosret derdikevin holê. Parêzeran herî dawî derbarê kujer de xwestin cezayê bi awayek ‘qetilkirina bi hîsên hovîtî’ lê were birîn.
 
Piştî parêzeran dozgeriyê mutalaya xwe da û xwest kujer Remzî Kayaalp bi ‘qetilkirina bi hîsên hovîtî’ û cezayê herî zêde were cezakirin.
 
Piştî parastina kujer Remzî Kayaalp heyeta dadgehê navber da danişînê û piştî navberê kujer Remzî Kayaalp bi cezayê muebeta giran hat cezakirin.