Ayşegul Dogan: Mîmarê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e

  • 16:04 20 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan anî ziman ku divê di komîsyon biryareke erênî ji bo çûyina Girava Îmraliyê bide û bang li CHPê û partiyên siyasî kir ku bi awayekî erênî nêz bibin.
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojeve de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan anî ziman ku Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan civiyaye û li ser geşedanên di rojevê axivîn e. Ayşegul Dogan îdiaya rojnameya Sozcuyê ku gotibû DEM Partî xwe bêdeng dike derewand û bertek nîşan da.
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser civîna komîsyonê ya sibê ku bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive û wiha got: “Ew civîn wê bibe nexşereya merhaleya 2'yan a pêvajoyê. Partî dê pozîsyoneke çawa bigirin tê meraqkirin. Em hemû bi ezmuneke dîrokî re rû bi rû ne. Heftane dibêjin komîsyon divê biçe Îmraliyê an na. Bersiv diyar e. Ya ku tê axaftin aştî ye û mîmarê wê jî birêz Ocalan e. Di vir de roleke mezin dikeve ser milê partiyan. Em di merhaleyeke dîrokî de ne û divê ev merhale neyê berhewakirin. Tişta herî rast ewe e ku hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Divê hemû partî jî erênî nêz bibin û vê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Birêz Ocalan şerekî bi dawî dike û rêya muzakereyê vekir. Qala demokratîkbûyînê dike. Heke em vê heqîqete nebînin dê pêvajo çawa bi pêş ve biçe.”
 
Ayşegul Dogan bang li CHPê kir û xwest CHP li ser çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê biryarek erênî û rast bide.
 
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku li ser navê DEM Partiyê dê Gulistan Kiliç Koçyîgît biçe Girava Îmraliyê.
 
Ayşegul Dogan derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de jî axivî û got: “Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê biguherîne. Pêwîste Tirkiye Kurdên li Rojava weke xetere nebîne. Divê Tirkiye bi Rojava re têkiliyên dostane li pêş bixe. Pirsgirêk bi muzakereyê çareser dibin. Aştiyeke herêmî bi vî awayî pêk te. Bendewariya me jî ew e ku Tirkiyeyê van gavan biavêje. Gelo heke deriyên sînor vebibin dê pir xweş nebe?"