Li Navenda Nûjîn atoleyeya ‘Jiyana bê tundî’

  • 17:56 20 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bismilê li Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nujîn atoleyaya ‘jiyana bê tundî’ pêk anî. Di atolyeyê de di gelek mijaran de agahdarî hat kirin.
 
Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Nûjîn ya girêdayê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bismil a aMedê bi dirûşmeya ‘Ji bo jiyanek ezad û bê tundî gotina me neqedyaye, Em ê hev re tundiyê rawestînin’ atoye pêk anî. Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ektîn, Midûra Polîtîkayên Xizmetên Jin û Malbatî Zehra Yuksekbag, endamên mcelîsê û xebatkarên midûriyetê tevli bûn.  Di atolyeyê de ji bo jin rehet tevli perwerdehiyê bibin ji bo zarokan jî bername pêk hatin.
 
Midûra Polîtîkayên Xizmetên Jin û Malbatî Zehra Yuksekbag balkişand ser 25’ê Mijdarê û got piştevaniya jinê di têkoşîna li dijî tûndiyê de gelek girînge.
 
Zehra Yuksekbag da zanîn ku 25’ê Mijdarê ne tenê rojek bibîranînê ye, dengê gerdunî ya têkoşîna bi biryar a jinê ye û bi lêv kir ku gotina wan neqedyaye û wê bi piştevaniyê têkoşînê mezin bikin.
 
Piştre hevşaredar Mizgîn Ekîncî jî axivî û da zanîn ku wek şaredarî wê her tim ligel jinan cih bigirin.
 
Piştî axaftinan Psîkolog Huveyza Laleş Ozgun der barê wekheviya zayendî, tundiya li ser jinê, mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê, tenduristiya dayik-zarokan de agahdarî kir.