Di bernameyên 25’ê Mijdarê de komun û rizgariya jinê derket pêş

  • 21:15 20 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê bi dirûşmeya ‘Bi civaka demokratîk berbi jiyana azad a bê tundî’  bername pêk anîn û di bernameyan de komun û îdeolojiya rizgariya jinê hat nîqaşkirin.
 
Tewgera Jinen Azad (TJA)  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Navneteweyî de bi dirûşmeya ‘Bi civaka demokrtîk berbi jiyana azad a bê tundî ve’ li gelek bajaran bername û çalakî pêk anîn.
 
Amed
 
 Li Xana Axpar a Amedê çarçoveya 25’ê midjarê de broşur hatin blavkirin û ji bo meşa Amedê bang hat kirin.
 
Mersin
 
 TJA’yê li Toroslar û Yenîşehîr a Mersînê bi jinan re civîn pêk anî û di civînê de komun û îdeolojiya rizgariya jinê hat nirxandin.
 
Edene
 
Li Yuregîr a Edenê TJA bi jinan re hat gel hev. Di civînê de wekheviya zayenda civakî û komun hatin nîqaşkirin.
 
Agirî
 
 Li Agiriyê şaredariyê atolye pêk anî û  girîngiya 25’ê Mijdarê û komun hatin nîqaşkirin.
 
Dîlok
 
 Li Sahînbey a Dîlrokê TJA  li taxa Vatan bi jinan re hat gel hev û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê hat nîqaşkirin.