Hevdîtina zarokên Perperike ya bi xwezayê re
- 13:54 3 Mijdar 2025
- Ekolojî
AMED - Zarokên Kreş û Navenda Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Perperike ku girêdayî Gerînendetiya Ciwan û Karên Çandî ya Şaredariya Peyasê ye, di çarçoveya bernameyên perwerdehiya pirzimanî de beşdarî çalakiyên cihêreng û watedar dibin. Di xebatên ku li Dibistana Avhewa ya Agroekolojiyê, ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de têne meşandin, zarokên biçûk ezmûneke fêrbûnê ya bi xwezayê re jiyan.
Di çalakiya dawî de, mijarên wekî rêbazên çandiniya agroekolojiyê, berhevkirina ava baranê, girîngiya tovên xwecihî, avahiyên kerpîçî, hilberîna gubreya zîroyan û veguherînê hatin nîqaşkirin. Zarokan bi destdana axê re naskirina avê û derdorê, bi awayekî hem kêfxweş bûn hem jî têkiliyeke kûr bi xwezayê re danîn.
Ji bo zêdekirina hesasiyeta li hember xwezayê, zarokan çalakiya “Xwarina Çûkan” li dar xistin. Wan êmdanên ku bi destên xwe çêkiribûn li daran daliqandin û bi gotina “Çûk jî hevalên me ne” heskirina xwe ya ji xwezayê re anîn ziman.
Şaredariya Peyasê bi van çalakiyan armanc dike ku zarok di temenê biçûk de li ser pêvajoyên çandî û xwezayî hişmendiyek kûr û domdar pêk bînin.







