‘Divê zarok neyên kuştin û mafên wan bên parastin’

  • 12:16 20 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin bi minasebeta Roja Mafên Zarokan a Cîhanê diyar kir ku mafên zarokan tên binpêkirin û got: “Divê hemû zarok bi zimanê xwe perwerde bibin. Her wiha divê pêşî li xebitandina zarokan bê girtin û ji bo vê yekê mekanîmza bên avakirin. Em ê bi têkoşîna xwe ji bo pêşeroja zarokan û aştiyeke mayînde saz bikin”
 
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hevberdevka Komîsyonê û parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di roja mafên zarokan de jî binpêkirinên mafên zarokan tînê bîra mirov û wiha got: “Em ê dubarê berpirsyariya dewleta Tirk û dewletên ev peymana mafên navneteweyî îmze kirine bi bîr bixin.”
 
Berîtan Guneş Altin anî ziman ku di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ew jî hewl didin jiyenek nû ava bikin û wiha axivî: “Zarok di karên giran de dixebitin, mafên wan tên binpêkirin. Em bang li tevahiya rêyedarên dewletan û rêyedarên Tirkiyeyê dikin ku dawî li binpêkirinên mafên zarokan bînin û perwerdehiya fermî ya bi zimanê zikmakî ya zarokan were dayîn. Divê hemû zarok bi zimanê xwe perwerde bibin. Her wiha divê pêşî li xebitandina zarokan bê girtin û ji bo vê yekê mekanîmza bên avakirin. Em ê bi têkoşîna xwe ji bo pêşeroja zarokan û aştiyeke mayînde saz bikin.”
 
Berîtan Guneş Altin bal kişand ser kuştina zarokê karker ê li Rihayê çend roj berê qewimîbû û got: “Dîsa zarokek karker hate kuştin. Ev bûyer pergala dewletê ya ji bo zarokan bi awayekî şênber radixe ber çavan. Êdî ev roja mafên zarokan bi awayekî senbolîk maye. Li Cizîrê îro doza destdirêjayiya li dijî zarokan heye. Pêvajoya vê dozê jî polîtikayên bê cezakirinê yê dewletê nîşanî me dide. Her wiha sibê 21ê Mijdarê roja qetilkirina Ugur Kaymaz û bavê wî ye. Em bi vê minesebetê hemû zarokên hatinê qetilkirin bibîr tînin û soza xwe yê têkoşîna edaleta ji bo wan dubare dikin. Dewletê kujerê Ugur Kaymaz ceza nekir li şûna vê rabû kujer parast. Em di şexsê Ugur Kaymaz de zarokên li ser kar hatine kuştin, zarokên bi destdirêjiyê re rû bi rû mane û zarokên ji aliyê dewletê ve hatinê kuştin bibîr tînin û vê rojê diyarî wan zarokan dikin.”
 
Berîtan Guneş Altin destnîşan kir ku bi qanûnan tê xwestin zarok ji zarokatiya xwe bên dûrxistin û wiha got: “Bi qanûnan dixwazin zarokan sergirtî bikin. Divê edaleta zarokan a qanûnî ji nû ve bê sererastkirin. Divê zarok neyên cezakirin û ji pêkanîna sûcan bên parastin. Di van demên dawî de zarokên karker dimirin. Zarokek 16 salî li Dîlovasiya Kocaeliyê şewitî û jiyana xwe ji dest da. Divê MESEM bên girtin û mafên zarokan pêk were. Divê pêşî li îsmîsmarkirina zarokan bê girtin. Sedema îsmîsmara zarokan jî polîtikayên bê cezakirinê ye. Ev jî dibe sedema jiholêrakirina ewlehiya zarokan. Her wiha bikaranîna madeyên hişbir zarokan kiriye nava tora xwe û bandorek neyînî li ser zarokan dike. Her wiha piştî erdehejê jî mexduriyeta zarokan a parastinê nehatiye çareserkirin. Tevî 3 sal bi ser erdhejê re derbas bûne jî hê pêdiviyên bingehîn ên zarokan nehatine dabînkirin. Aştî tê wateya zarok nebin karker, neyên kuştin, bi destdirêjiyê re rû bi rû nemînin û bi zimanê xwe bên perwerdekirin. Em bi baweriya aştî û civaka demokratîk ku pêk bînin dê zarok bigihîjin mafên xwe. Ev roj li hemû zarokan pîroz be.”