Di meha Cotmehê de 25 jin hatin qetilkirin
- 09:04 6 Mijdar 2025
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Cotmehê 25 jin û zarokek hat qetilkirin û mirina 8 jin û 3 zarokan jî bi guman e.
Polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê û şîdeta ku ji hêla pergala baviksalar ve tê afirandin her meh dibe sedema komkujiyên nû yên jin û zarokan. Jin gelek caran ji hêla mêrên herî nêzîkî wan ve di malên xwe de têne kuştin. Tevî vê şîdeta sîstematîk a mêran ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike, jin dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadî û jiyanê bernadin.
Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hat qetilkirin. Mirina 8 jin û 3 zarokan jî bi guman e.
Li Edîrne 1, li Kayseriyê 2, li Îzmîrê 5, li Yalovayê 1, li Denîzliyê 1, li Manîsayê 1, li Çanakkaleyê 1, li Stenbolê 4, li Enqerê 1, li Zonguldakê 1, li Mereşê 2, li Çankiriyê 1, li Boluyê 1, li Edeneyê 1, li Sêrtê 1, li Kocaeliyê jinek hat qetilkirin.







