Doza rojnamegeran hat taloqkirin
- 15:02 20 Mijdar 2025
- Hiqûq
STENBOL - Doza rojnamegeran, ji bo parastina nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ku du dosyayên wî hatin yekkirin, hate taloqkirin.
Danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn.
Şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” ku di demên berê de der heqê gelek rojnamegeran de îfade dabû, der heqê Mehmet Aslan de jî îfade dabû. Di çarçoveya îfadeyê wî de der heqê Aslan de îdianameyeke nû hat amadekirin û bi dosyaya heyî re kirin yek dosya.
Serokê dadgehê, biryara yekkirina her du dosyayan xwend.
Dihat payîn ku Aslan ji Edliyeya Enqereyê bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe bike lêbelê ji ber ku dadgehên vala tune bûn, parastina wî nehat girtin.
Şandeya dadgehê jî ji bo parastina Aslan doz taloqî 22’yê Çileya 2026’an kir.







