Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
- 19:32 20 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan ku 20 sal in li Girtîgeha Yezid tê ragirtin, tevî ku 3 hefte li ser emelyata wê re derbas bûye jî nayê dermankirin û ji kontrolên tenduristî bêpar tê hiştin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ya li Girtîgeha Yezid tê ragirtin, piştî emelyata hatî kirin, heta niha rê nayê dayîn ku bê dermankirin û ji kontrolên tenduristî hatiye bêparkirin.
Li gorî agahiyên ji kesûkarên nêzîkî malbatê, hatiye ragihandin ku kontrolên tenduristî divê bi rêkupêk bê kirin û dermankirin baş bê kirin. Lê mixabin rêveberên girtîgehê pêşiya vê yekê digirin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku rewşa tenduristî ya Celaliyan pir xirabe û êşa wê pire. Li gel mijara emelyatê gelek pirsgirêkên din yên tenduristî hene. Mixabin heta niha li girtîgehê ji bo dermankirinê ti hewldan nehatiye kirin.
Zeyneb Celaliyan sala 2008’an hatibû girtin û piştî 2 salan ji girtinê cezayê darvekirinê lê hati birîn, piştre jî cezayê wê vegeriya girtina heta heta. Gelek caran hatiye êşkencekirin û tundiya fîzîkî û dernûnî li ser tê kirin.







