Mêr li dijî tundiyê daketin qadan

  • 16:18 20 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê bi sedan mêr daketin qadan û tundiya li jinan şermezar kirin.
 
Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
 
Bi armanca piştevaniya bi têkoşîna azadiya jinê û şermezarkirina tundiya li jinan li kantonên Tebqa, Reqa, Firat û Cizîrê çar meş hatin lidarxistin.
 
Tebqa
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" meşek ji bo mêran li dar xist.
 
Di meşê de bi sedan mêr, nûnerên sazî, meclisên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hêzên ewlehî yên kantonê amade bûn.
 
Meşê ji pêş Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê dest pê kir û li pêş avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rawestiya. Li wir hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Xelef axivî. El Xelef got: "Em ji bo piştgiriya xwe bi doza jinan re nîşan bidin derketine vê meşê. Ev dozeke civakî ye û bingeha çareserkirina tevahî pirsgirêkan e. Avakirina jinana zana ya azad avakirian civakeke demokratîk a komunal e."
 
El Xelef destnîşan kir ku ew bi fikra neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne ku di nivîsên xwe de cihê jinê bingeh girtiye.
 
Meş bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
 
Reqa
 
Li kantona Reqayê di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran amade bûn.
 
Meşê ji pêş avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê dest pê kir û gihaşt Qada Jinê. Li wir hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê Xedîm El Îdan axivî û diyar kir ku divê ew bi hev re civakeke demokratîk ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan ava bikin.
 
El Îdan di dawiyê de got: "Divê em mêr, bibin bendav û pireke xurt ji bo gihandina jinê ber bi aştî, azadî û demokrasiyê ve bibin."
 
Dirbêsiyê
 
Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi tevlêbûna mêr, ciwan û endamên saziyan meşek li dar xist.
 
Meşê ji Qada Jina Azad heta Şaredariya Gel a bajêr dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Na ji tundiya li dijî jinan re", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
 
Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê Mesoc Mihemed axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan di dirêjahiya dîrokê de, piştî avakirina pergala baviksalariyê, sedema mayîna civak û mirovahiyê bû.
 
Mihemed diyar kir ku bi hezaran jinan piştî avakirina tevgera rizgariya Kurdistanê berê xwe da çiyayên azad ku têkoşîna rizgariya jinê bidomînin û îro encamên wê bi pêvajoya avakirina civaka demokratîk a komunal derdikeve holê.
 
Li aliyekî din jî endamê Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Siûd Dirbas anî ziman ku Şoreşa 19´ê Tîrmehê şoreşa jinê ye û li ser wê bingehê pergala hevkar di saziyan de hat avakirin û mafên jinan misoger kir.
 
Meş bi diruşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinê û silavkirina berxwedana jinan a li dijî tundî û desthilatdariyê bi dawî bû.
 
Kobanê
 
Bi sedan mêrên bajarê kantona Firatê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan.
 
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta bi Qada Aştî çû. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên "Jiyan, Jiyan, Azadî", “Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.
 
Li Qada Aştiyê, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Firatê Şêro Mistefa axivî û diyar kir ku jinê li hember hişmendiya desthilatdar li ber xwe da û wiha got: "25`ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Em her tim ji bo tundiyê têkoşîn û berxwedana xwe xurtin bikin. Divê her kes ji bo şikandina hişmendiya desthilatdariyê têkoşîn bikin û her kes bi azadiya xwe jiyan bikin.”
 
Mistefa da zanîn ku ji bo azadiya jinan divê berxwedana xwe xurtir bikin û anî ziman ku: “Bi avakirina tevgera azadiya jinan re, jin bûn pêşengên mirovahiyê."
 
Meş bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.