Platforma Jinan a Rihayê deklerasyona 25’ê Mijdarê aşkera kir

  • 18:14 20 Mijdar 2024
  • Rojane
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de deklerasyona xwe ji rayagiştî re aşkera kir.
 
Platforma Jinan a Rihayê der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî deklerasyona xwe ya bername û çalakiyan bi daxuyaniyek çapemeniyê aşkera kir. Civîn li Komeleya Mafê Mirovan a Rihayê (ÎHD) pêk hat.  Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM partiyê Seveda Çelîk Ozbîngol û pêkhateyên platformê tevli bûn.
 
Berdevka platformê Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Meral Halat  diyar kir ku wê bi çalakî û bernameyên xwe 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
 
Brenameya çalakiyan wiha ye:
 
“*21’ê Mijdarê bi tevlibûna Sebahat Tuncel li Baroya Rihayê wê bi sernavê ‘ji duh heta îro têkoşîna jinan’ gotûbêj pêk bê.
 
*22’ê Mijdarê li avahiya KESK a Rihayê wê ji bo jinan qert bê şandin.
 
*23’ê Mijdarê   Parka Meşê ya Şaredariya Hewagê ji bo jinên hatine qetilkirin wê dar bê çandin.
 
*24’ê Mijdarê li ber şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm hatiye tayînkirin wê serdana piştevaniyê bêkirin.
 
*25’ê Mijdarê ji ber Parka Novada wê meş pêk bê û piştre li Qada Topçu daxuyanî bê dayîn.
 
*26’ê Mijdarê de li Mala bi Kevir a Odeya Mîmaran nîşandana fîlm.
 
*27’ê Mijdarê de wê bi mijara ‘tundiya li ser jinan û qanûna hejmar 6284’ panel pêk bê.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.