Peyamên çalakiyên 25'ê Mijdarê
- 16:17 20 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di piraniya çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê de, ji bo bidawîkirina zîhniyeta baviksalar hate xwestin ku li gorî ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xebat bên kirin.
Tevger û rêxistinên jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidarxistina çalakiyên 25`ê Mijdarê bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" didomînin.
Li 7 kantonên herêmê daxuyanî, çalakiyên cihêreng û semîner hatin lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îşaret bi têkoşîna xwişkên Mirabal hate kirin û hate gotin: “Em helwesta xwe ya tund a li dijî pergala desthilatdar û tundrew a mêrperest didin nîşandan. Rêber Apo gotiye ku sedsala 21’an sedsala rizgarî û azadiya jinan e. Wek şagirtên Rêber Apo û şopdarên şehîdan ji bo em bibin layiqî keda wan, pêşerojek wekhev û azad ava bikin, em jî dirûşma Jin Jiyan Azadî qîr dikin. Em diyar dikin ku heya henaseyeke azad di gewriya me de hebe, em ê têkoşîna xwe, berdewam bikin. Di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, heya tundiya li ser jinan û mirovahiyê bi temamî ji holê rabe, ji her demê zêdetir em ê di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.”
Dêrik
Endamên Kongra Star a bajarê Dêrikê têkildarî metirsiyên tundiya li ser jinan û encamên wê yên li ser civakê û jinan, broşûr belav kirin.
Di broşûran de, rewşa jinan di bin desthilata pergala kapîtalîst de û rêbazên têkoşîna li hember vê pergalê hatin nivisîn.
Çilaxa
Kongra Star ji jin û mêrên bajêr re, civînek li hola Navenda Çand û Hunerê li dar xist.
Endamên saziyên sivîl, tev li civînê bûn û tê de nameyên şervanên fedayî Rojgir Hêlîn û Asya Elî xwendin.
Her wiha beşdaran şehîdên komkujiya Teqil Beqil bi bîr anîn.
Dirbêsiyê
Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê têkildarî encamên şerê taybet û planên mêtingeriya kapîtalîst li herêmê semînerek da. Di semînera li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr de endamên sazî û meclisên bajêr hazir bûn.
Endamê akademiyê Berhem MIhemed semîner bi rêve bir û behsa rêbaz û cureyên şerê derûnî kir.
Endama akademiyê Vînda Elî jî behsa kiryarên dewleta Tirk û êrişên wê kir û diyar kir ku di çarçoveya şerê taybet ê li dijî herêmê û têkbirina vîna gelê herêmê de ne.
Di dawiya semînerê de beşdaran li hev kir ku ji bo têkbirina komployên li dijî herêmê divê hişmendiya civakê were bipêşxistin û semînerên bi vî rengî werin lidarxistin.
Beyrût
Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê (PYD) ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de û girîngiya wê di bidestxistina wekheviyê navbera her du zayendan de, civîn li dar xist.
Di civînê de, behsa girîngiya rola jinan di civakê de, rêbazên têkoşîna Ii dijî tundiya li ser jinan, girîngiya wekheviya di navbera mêr û jinan de û hwd hate kirin.