Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Ji girtiyan re qert hat şandin

  • 14:15 15 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê starta 25'ê Mijdarê bi şandina kartên ji bo jinên girtî dest pê kir.
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Şaxa PTT'ê ya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji jinên girtî re qert şandin. Dema ku pêkhateyên torê beşdarî şandina qertê bûn, jinan ewil li ber PTT'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan endama Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Kîymet Zengîn daxuyanî xwend.
 
'Em ê dest ji têkoşînê bernedin'
 
 
Kiymet Zengîn got, “Em bi jinên Colemêrg, Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê re li dijî yên ku bi polîtîkayên dijminatî û milîtarîst mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê desteser dikin, li kêleka hev rawestin. Em ji bo Narîn, Rojîn, Evîn, 5 xwişk û birayên xwe yên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û hemû jin û zarokên hatin qetilkirin, rastî tundî, tacîz, tecawiz û cudakariyê hatin, daxwaza edaletê dikin û em dest bi çalakiyên meha Mijdarê dikin. Em dest ji destkeftî, mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin."
 
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û ji jinên girtî re qert şandin.